Parêzgarê Bexdayê: Ezmûna îdarî ya Herêma Kurdistanê serkeftî ye

Navenda Nûçeyan (K24) – Parêzgarên Hewlêr û Bexdayê di konferanseke rojnamevanî ya hevbeş de, tekezî li ser bihêzkirina hevahengiya navbera her du parêzgehan û pirrengkirina çavkaniyên dahatê kirin.

Parêzgarê Bexdayê Etwan Etwanî û Parêzgarê Hewlêrê Omêd Xoşnaw îro 18ê Hezîrana 2026an, li paytext Hewlêrê civiyan û paşê naveroka hevdîtina xwe ji bo medyayê aşkere kirin.

Etwanî: "Divê em pişta xwe tenê bi petrolê girê nedin"

Parêzgarê Bexdayê Etwan Etwanî ezmûna îdarî û veberhênanê ya Herêma Kurdistanê bilind nirxand û ragihand, divê hemû hewl bên dayîn daku dahatên derveyî petrolê werin zêdekirin. Etwanî got: "Ew rewşa ku di mehên borî de em tê re derbas bûn, zengileke hişyariyê bû ji bo me ku divê em hesaba hemû cure qeyranan bikin û êdî pişta xwe tenê bi petrolê girê nedin."

Etwanî her wiha destnîşan kir ku hikûmet bi tenê nikare geşepêdanê pêk bîne, lewma hevahengiya bi kerta taybet re û sûdgirtin ji ezmûna Herêma Kurdistanê ji bo wan girîng e.

Omêd Xoşnaw: "Em rûpeleke nû di têkiliyan de vedikin"

Ji aliyê xwe ve, Parêzgarê Hewlêrê Omêd Xoşnaw diyar kir, wan çendîn civînên giring encam dane û got: "Hêviyeke me ya mezin bi hikûmeta nû ya Iraqê heye û em dixwazin rûpeleke nû di peywendiyên navbera parêzgehan de vekin."

Xoşnaw rexne li awayê rêvebirina di raboriyê de girt û diyar kir ku ji ber şêwazê hikumraniya şaş a berê, dûrbûneke mezin di navbera parêzgehên Iraqê de çêbûbû. Parêzgarê Hewlêrê tekez kir ku xurtkirina têkiliyên di navbera parêzgehan de, dê xizmeta hemû welatiyan bike.