Mesrûr Barzanî pêşwazî li peymana Amerîka û Îranê kir
Navenda Nûçeyan (K24) – Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî pêşwazî li îmzekirina rêkeftina navbera Amerîka û Îranê kir û hêvî xwest ku ev gav bibe destpêka qonaxeke nû ya aştiyê li navçeyê.
Serokwezîrê Mesrûr Barzanî îro 18ê Hezîrana 2026an di postekê li ser tora civakî "X" de, helwesta xwe derbarê peymana nû ya navbera Washington û Tehranê de nîşan da.
Serokwezîr Barzanî di peyama xwe de ragihand: "Ez pêşwaziyê li îmzekirina rêkeftina navbera Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê û Îranê dikim. Ez hêvî dikim ku ev peyman bibe destpêka qonaxeke nû ya aştî û aramiyê li navçeyê."
Berbenga îro 18ê Hezîrana 2026an, Serokkomarê Îranê Mesûd Pizîşkiyan û Serokê Amerîkayê Donald Trump teksta yadaştnameyeke hevtêgihiştinê bi awayekî dîjîtal îmze kir.
Ev yadaştname wek "Yadaştnameya Hevtêgihiştinê ya Îslamabadê" tê naskirin; armanca wê bidawîkirina şerê navbera Amerîka û Îsraîlê li gel Komara Îslamî ya Îranê ye.
Biryar e sibe, bi mêvandariya Pakistanê û piştgiriya Qeterê, merasîmeke fermî li Swîsreyê ji bo destpêkirina gotûbêjên teknîkî birêve biçe. Her du alî li hev kirine ku di nava 60 rojan de bigihîjin çareseriya dawî û pabend bin bi rawestandina her cure dijminatiyê li hemû eniyan.