Wezîrê Darayî yê Îsraîlê: Deriyên dojehê li Libnanê vekin

Navenda Nûçeyan (K24) - Piştî kuştina 4 serbazên Îsraîlê li başûrê Libnanê, Wezîrê Darayî yê Îsraîlê daxwaz dike ku "deriyên dojehê" li Libnanê bên vekirin, herwesa Wezîrê Ewlehiya Neteweyî jî dibêje "divê hemî Libnan bişewite".

Wezîrê Darayî yê Îsraîlê Bezalel Smotrich îro (Înî, 19ê Hezîrana 2026ê) wekî berteka kuştina fermandarek û sê serbazên welatê xwe de, peyamek li ser tora civakî ya Xê belav kir û tê de nivîsî: "Deriyên dojehê li Libnanê vekin." Wezîrê Ewlehiya Neteweyî yê Îsraîlê Itamar Ben-Gvir jî ragihand ku divê li beranberî êrîşên Hizbulahê hemî Libnan bê şewitandin.

Ev helwestên tund ên berpirsên Îsraîlê piştî wê yekê tên ku artêşa Îsraîlê bi rengekê fermî kuştina 4 serbazên xwe li başûrê Libnanê ragihand, ku yek ji wan jî Fermandarê Fewca 52ê ya Zirxpoş bûye.

Li gorî zanyariyên medyayên Îsraîlê, ew rûdan şeva borî li devera bilindahiyên Elî Tahirê li nêzîkî rûbarê Lîtaniyê qewimiye; gava ku tiştekî gumanbar bi tankeka Fewca 52ê ketiye û bûye sedema pûçkirina wê tankê û kuştina her 4 serbazên di nav de. Heta niha lêkolîn berdewam in da ku bê zanîn ka ew êrîş bi rêya dronê bûye an mûşekên dijetank.

Her di wê çarçoveyê de, çavkaniyên medyayê amaje bi wê yekê kiriye ku di êrîşeka din de li nêzîkî devera Kefr Tibnîtê, 17 serbazên din ên Îsraîlê birîndar bûne.