Xêro Dawûd: Efrîn di warê avakirin û xizmetguzariyê de di rêza pêşîn de ye

Navenda Nûçeyan (K24) – Rêvebirê Herêma Efrînê Xêro Dawûd ragihand, bajarê Efrînê ji aliyê avakirin û xizmetguzariyan ve pêşketineke berbiçav bi xwe ve dîtiye û heta niha nêzîkî 12 hezar malbatên koçber vegeriyane ser malên xwe.

Rêvebirê Herêma Efrînê Xêro Dawûd, di daxuyaniyeke taybet de ji Kurdistan24ê re behsa rewşa dawî ya bajarê Efrînê û projeyên wan ên pêşerojê kir. Dawûd destnîşan kir, Efrîn niha di warê avakirin û dabînkirina xizmetguzariyan de, di pêşiya gelek navçeyên din ên Sûriyeyê de ye ku berê rûbirûyî karesatan bûbûn.

“Jiyan li Efrînê aram e”

Xêro Dawûd diyar kir, li Efrînê saziyên kargûzarî bi şev û roj kar dikin, da ku xizmetên çêtir pêşkêşî welatiyan bikin. Dawûd got: "Niha jiyan li vî bajarî aram e. Rêveberî û saziyên kargûzarî bi berdewamî hewl didin pêşkêşkirina xizmetguzariyan baştir bikin."

12 Hezar malbat vegeriyane

Di derbarê vegera koçberan de, Rêvebirê Herêma Efrînê aşkere kir ku di dema dawî de giringiyeke mezin dane vê mijarê. Li gorî zanyariyên wî, heta niha nêzîkî 12 hezar malbatên koçber bi 8 karwanên cuda vegeriyane Efrînê. Dawûd anî ziman ku tîmên rêveberiya xwecahî xizmetguzariyên rojane pêşkêşî van malbatan dikin, da ku li ser cih û warên xwe bi aramî bijîn.

Derfetên kar ji bo ciwanan 

Dawûd da zanîn ku bernameyeke berfireh ji bo peydakirina derfetên kar hatiye amadekirin:"Nêrîna dewleta Sûriyeyê ew e ku tevaya genc û ciwanan bixe ser kar. Ji bo vê yekê jî bernameyek hatiye danîn ku destê kar ê ciwanan di tevaya saziyan de bêne damezirandin."