Mesrûr Barzanî: Mizgefta Mezin a Barzanî pêdivîtiyeke dîrokî û giring e
Navenda Nûçeyan (K24) - Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî îro (Yekşem, 21ê Hezîrana 2026ê) di merasîmeka berfireh de û bi amadebûna hejmareka zêde ya zanayên olî û kesayetiyan, kevirê bingehîn bo projeya "Mizgefta Mezin a Barzanî" li bajarê Hewlêrê dana.
Serokwezîr Mesrûr Barzanî di nav merasîman de gotarek pêşkêş kir û bal kişand ser aliyên cuda cuda yên vê projeyê. Serokwezîr eşkere kir ku fikra avakirina vê mizgeftê bo berî sê salan vedigere û wî hest pê kiribû ku: "Hewlêr û Kurdistanê pêdivîtî bi semboleka olî heye, daku rengvedana Xudanasî û mirovdostiya gelê me, herwesa dîroka tije serwerî ya Kurdan di warê dadperwerî û rûbirûbûna zilmê de nîşan bide."
Serokwezîrê Herêma Kurdistanê zelal jî kir: "Armanc ji vê projeyê ne tenê avakirina cihekî ye bo Xuddaperestiyê, belkî dê bibe navendek daku nifşên paşerojê di warê zanistê olî de xwe pêş bixin û xizmeta pêkvejiyana aştiyane bikin. Ji vê nerînê ve û li tenîşta mizgeftê, pareka taybet bo pêkhate û olên din jî dê bê avakirina, daku bibe navendek bo xizmetkirina hemî welatiyan bêyî cudahî."
Li ser şêwazê mîmariya projeyê jî, Mesrûr Barzanî bal kişand ser dîzayna wê ya taybet û got: "Şêwazê vê mizgeftê ji reşmal û çadirên Kurdî hatiye wergirtin. Di dîroka me de, reşmal ne tenê cihê xwecihbûnê bûye, belkî di dema awareyî, bêkesî, şoreş û berxwedanê de, penageh û sembola xweragriyê bûye li beramberî zilm û zorê."
Li ser binavlêkirina vê projeyê bi navê "Mizgefta Mezin a Barzanî", Mesrûr Barzanî got: "Wekî wefadariyekê ji bo rêzlêgirtina li mezintirîn rêberê hevdem ê nîştimanî û neteweyî yê gelê me, ku bûye sembola Xudanasî, nîştimanperwerî, dadperwerî û aştiyê.
Serokwezîrê Herêma Kurdistanê amaje jî da: “Herwesa ev rengvedanek e bo wan bihayên bilind ên ku şêxên terîqeta Barzan ji bo me li pey xwe hêlane. Her ji zemanê Şêx Ebdulselamê Şehîd ve heta Şêx Ehmedê Nûranî û hemî wan kesatiyên bilind ên olî yên ku di welatê me de, di nav gelê me de peyda bûne, ev dê bibe cihek ji bo bîranîna van kesên mezin".