Piştîwan Sadiq: Mizgefta Mezin a Barzanî dê bibe navendeke giring a hizrî û zanistî
Navenda Nûçeyan (K24) – Wezîrê Ewqaf û Karûbarên Ayînî yê Herêma Kurdistanê Piştîwan Sadiq ragihand, avakirina Mizgefta Mezin a Barzanî, ji bilî aliyê ayînî, pêngaveke giring e bo zindîkirina avahîsaziya kurdî û pêgihandina nifşên nû bi zanist û hizrên mirovdostî.
Wezîrê Ewqaf û Karûbarên Ayînî Piştîwan Sadiq di merasîma danîna kevirê bingehîn ê Mizgefta Mezin a Barzanî de, gotarek pêşkêş kir. Sadiq diyar kir, ev proje dê bi bilindtirîn kalîteya avahîsaziyê were avakirin û dê bibe navendeke ayînî ya bêhempa li paytext Hewlêrê.
Wezîrê Ewqafê destnîşan kir, ev proje resanetiya Îslamî zindî dike û zanistên şerî li vê xakê kûr dike. Sadiq got: "Şanaziyeke mezin e ku ev navenda pîroz bi navê Rêberê Neteweyî Mela Mistefa Barzanî hatiye binavkirin. Ev pêngav berdewamiya wê binyata hizîr ye ku Rêbaza Barzanî li ser hatiye avakirin."
Herwiha bal kişand ser felsefeya Şêx Ehmedê Barzanî û got: "Xwedênasî û îbadet di dîtina Şêx Ehmedê Barzanî de, ne tenê rîtualeke rûpêlî bû, lê belê felsefeyeke kiryarî bû ji bo pakiya derûn, mirovdostî û parastina jîngeh û jiyanê."
Piştîwan Sadiq destpêşxeriya Serokwezîr Mesrûr Barzanî bilind nirxand û ragihand, dîtina wî ya ji bo avakirinê tenê di warê aborî, rê û piran de sînordar nîne: "Serokwezîr bi vê projeyê careke din îspat kir ku ew giringiyê dide avakirina aqil û parastina bîrûbawerên resen ên mirovên Kurdistanê."
Hizra vê projeyê di sala 2023an de ji aliyê Serokwezîr Mesrûr Barzanî ve hatiye pêşkêşkirin. Proje ji aliyê tîma "Graf" bi serokatiya endezyar Goran Reşîd Fetah ve hatiye dîzaynkirin:
- Proje li ser rûberê zêdetirî 2 mîlyon metre çargoşe tê avakirin.
- Avahiya sereke ya mizgeftê bi şêwaza "Reşmala Kurdî" û avahiyên din bi şêwaza "Konê Kurdî" hatine dîzaynkirin.
- Mezintirîn qube û bilindtirîn deriyê mizgeftê li ser asta cîhanê tê de cih digirin.
- Di nav projeyê de daristanek heye ku zêdetirî 1 mîlyon dar, nebat û gulan li xwe digire.
- Mezintirîn sulava destkird a cîhanê bi bilindiya 48 metreyan dê birije nav goleke destkird a di nav mizgeftê de.
Ev navenda mezin a ayînî û hizrî, armanc dike ku mîrateya Barzaniyê Nemir û dîroka gelê Kurdistanê bi mîmariyeke nûjen û resen nîşanî cîhanê bide.