Gera yekem a danûstandinên çaralî bidawî hat

Navenda Nûçeyan (K24) – Ajansa Fars a Îranî belav kir, gera yekem a danûstandinên navbera Amerîka û Îranê bi navbeynkariya Pakistan û Qeterê bi dawî hat.

Li herêma Burgenstock a Swîsreyê, îro 21ê Hezîrana 2026an, gera yekem a danûstandinên rasterast di navbera şandeyên Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (DYA) û Komara Îslamî ya Îranê de dest pê kiribû. Di vê proseyê de dewletên Pakistan û Qeterê wekî navbeynkar beşdar in.

Ajansa Fars a Îranê ragihand, "Civîna çaralî piştî 80 deqe gotûbêjan, bi mebesta şêwira navxweyî ya şandeyan, karên wê hatin rawestandin."

Ji aliyê xwe ve, Cîgirê Serokê Amerîkayê J.D. Vance danûstandinên ku li Swîsreyê birêve diçin wekî 'destpêka danûstandinên teknîkî' pênase kiribû û diyar kiribû ku armanc danîna hîmên bingehîn e, ne gihîştina çareseriyên sihrî yên tavilê. 

Vance her wiha gotibû: "Civîna îro dê hemû nakokiyan bi dawî neke, lê belê derfeteke dîrokî dide me ku em wekî tîmekê bi hev re rûnên, da ku pêşîneyan diyar bikin û kêşeyên mayî çareser bikin, bi mebesta avakirina paşerojeke baştir ji bo herêmê."

Herwiha Serokwezîrê Pakistanê Şahbaz Şerîf piştrast kir, hewlên dîplomatîk ên giran bûne sedem ku Washington û Tehran li Burgenstockê li ser maseyekê rûnên. 

Şerîf hêviya xwe anî ziman ku ev civîn bigihîjin encamên berbiçav ku xizmeta aştiyê bikin û got: "Em îro di qonaxeke giring a aştiya cîhanî de dijîn."