Graham plana Trump a ji bo kontrolkirina Tengava Hurmizê aşkere dike

Navenda Nûçeyan (K24) – Senatorekî Amerîkî aşkere kir, di hevdîtineke dirêj de ligel Donald Trump, wan plana tund a Washingtonê ji bo kontrolkirina Tengava Hurmizê bi zora çekan nîqaş kiriye, heger danûstandinên niha yên bi Îranê re şikestinê bîne.

Senatorê Komarparêz ê Amerîkayê Lindsey Graham îro 21ê Hezîrana 2026an di hevpeyvînekê de ligel tora nûçeyan a "CBS" ragihand, wî bi qasî çar saet û nîvan ligel Donald Trump gotûbêj kiriye. Graham derbarê naveroka civînê de got: "Bi baweriya min, di pêşerojê de tiştê biqewime ev e: Hege danûstandinên navbera Tehran û Washingtonê bi ser neyên, Trump dê Tengava Hurmizê bi zorê kontrol bike."

Senator Graham hûrgiliyên planê aşkere kirin û diyar kir, Amerîka dê bacê deyne ser hemû wan keştiyên ku di tengavê re derbas dibin, da ku lêçûnên operasyonên serbazî dabîn bike. Graham bi zimanekî tund gef xwar û got: "Hege Îran di kontrolkirina tengavê de rikaberiya Amerîkayê bike, em ê wan bi temamî têk bibin."

Ev daxuyaniyên tund ên Lindsey Graham di demekê de ne ku navçe di nav geşedanên dîplomatîk ên girîng de derbas dibe. Amerîka û Îran vê dawiyê gihîştine yadastnameyeke seretayî ya hevtêgihîştinê (MoU) ji bo ji nû ve vekirina Tengava Hurmizê li ber keştiyên navdewletî. Di heman demê de danûstandinên li ser bernameya atomî û mijarên din jî berdewam dikin.

Tengava Hurmizê wekî "rehê sereke" yê aboriya cîhanê tê naskirin. Rojane nêzîkî %20 ji petrola cîhanê di vê rêya avî re derbas dibe. Ji ber vê yekê, her metrsiyek li ser ewlehî û aramiya vê tengavê, bandoreke rasterast û bilez li ser bihayê petrolê û bazarên enerjiyê yên cîhanê dike.