Di teqîna Qeterê de 72 kes birîndar û winda ne
Navenda Nûçeyan (K24) – Wezareta Navxwe ya Qeterê amarên nû ên teqîna li herêma pîşesazî ya "Re's Lafan" aşkere kirin û diyar kir, di encama teqînê de 54 kes birîndar bûne û 18 kesên din jî winda ne.
Wezareta Navxwe ya Qeterê bi rêya hesabê xwe yê li ser platforma (X) ragihand: "Hejmara giştî ya birîndarên bûyera li yek ji kargehên herêma pîşesazî ya Re's Lafan gihîştiye 54an." Di daxuyaniyê de hate destnîşankirin ku tîmên peywendîdar bi awayekî berdewam li dû 18 kesên winda digerin.
Kompanyaya dewletê "QatarEnergy" di daxuyaniyekê de aşkere kir, "bûyereke karkirinê" di dema destpêkirina xebatan de li Bajarê Pîşesazî yê Re's Lafanê rû daye. Li gorî daxuyaniyê, ev bûyer bûye sedema teqîn û derketina agir di kargeha Barzan de.
Rayedarên Qeterê tekez dikin, teqîna şeva borî ji ber "têkçûneke teknîkî" çêbûye. Lê belê, ev bûyer di demekê de ye ku herêma Re's Lafanê beriya niha ji ber êrîşên Îranê ziyanên mezin dîtibûn. Îranê ev êrîş wekî bersivek li hemberî êrîşên Amerîka û Îsraîlê yên li ser xaka xwe pêk anîbûn.
Ji ber wan êrîşên Îranê yên li ser binesaziya welatên Kendavê û navenda Re's Lafanê, Qeterê neçar mabû ku hilberîna gaza xwezayî ya şil (LNG) rawestîne.
Qeter ku ligel Amerîka, Awistralya û Rûsyayê wekî mezintirîn hilberînerê gaza LNG li cîhanê tê naskirin, di 2ê Adarê de piştî êrîşên dronên Îranê, hilberîna gaza xwezayî rawestandibû.
Wezîrê Enerjiyê yê Qeterê Seid bin Şerîde Keibî ragihand, ziyanên êrîşên 18ê Adarê şiyana hinardekirina gaza LNG bi rêjeya 17% kêm kiriye. Keibî herwiha diyar kir ku çakkirin û nûjenkirina ziyanên ku gihîştine saziyên gaza LNG, dê di navbera 3 heta 5 salan de bikişîne.