Mondiyala 2026an: Misir bi serkeftina li hember New Zelandayê bû pêşenga Koma G

Navenda Nûçeyan (K24) – Hilbijardeya Neteweyî ya Misirê di gera duyem a qonaxa koman a Kupa Cîhanê ya 2026an de, bi encama (3 – 1) bi ser Hilbijardeya New Zelandayê ket. Ev serkeftin wekî bûyereke dîrokî ji bo futbolê Misirê hat tomarkirin.

Di lîstika ku li stadîyoma "BC Place" hat lîstin de, hilbijardeya Misirê karîbû lîstikê li berjewendiya xwe bi dawî bike. Tevî ku New Zelanda di xuleka 15an de bi gola Finn Surman pêş ket, lê Misir di nîvê duyem de bi hêz vegeriya. Golên Misirê ji aliyê Mostafa "Zico" (xuleka 59), Mihemed Selah (xuleka 67) û Mehmûd "Trezeguet" (xuleka 82) ve hatin avêtin.

Yekem serkeftina dîrokî

Ev serkeftin ji bo Misirê giringiyeke taybet hildigire; ji ber ku ev dibe yekemîn serkeftina Hilbijardeya Neteweyî ya Misirê di dîroka beşdariya wan a di Kupa Cîhanê de. Misir beriya niha sê caran beşdarî mondaîlê bûbû, lê ti carî nekarîbû serkeftinekê bidest bixe.

Herwiha, ev dibe duyemîn serkeftina hilbijardeyên Erebî di Kupa Cîhanê ya 2026an de, piştî ku Hilbijardeya Neteweyî ya Mexribê bi (1 – 0) bi ser Skotlandê ketibû.

Rewşa komê û pergala nû

Bi vê encamê, Misir bi (4) pûanan di serê Koma (G) de cih girt. Hilbijardeya New Zelandayê jî bi yek pûanê di rêza dawî ya komê de ma.

Di Kupa Cîhanê ya 2026an de ku bi 48 tîman tê lîstin, pergala derbasbûna qonaxan hatiye guhertin:

- 32 tîm ji 48 tîman derbasî qonaxa din dibin.

- Yekem û duyemên her 12 koman (24 tîm) rasterast derbas dibin.

- 8 tîmên din jî ji nav tîmên herî baş ên ku di komên xwe de bûne sêyem, tên hilbijartin.

Ev tê wê wateyê ku di vê pergela nû de, bûna sêyem di komê de wekî berê nayê wateya malavayîkirina ji pêşbirkê, lê derfeteke din ji bo tîman peyda dike.