Kurdistan Foundation sîstema xwe ya xwebexşiyê nûjen dike û berê xwe dide gundan

Hewlêr (K24) – Saziya Kurdistan Foundation di sêyemîn salvegera destpêkirina projeya "Volunteer.KRD" de, nexşerêyeke nû ya xwebexşiyê ragihand. Di vê çarçoveyê de, zêdetirî 250 xwebexşan li gundê Zargezewiyan yê ser bi parêzgeha Hewlêrê, dest bi projeyeke berfireh a nûjenkirinê kirin.

Di merasîma ku li gundê Zargezewiyan hat lidarxistin, Kurdistan Foundation bi fermî serlêdana (app) taybet a xwebexşan ragihand. Ev gava nû armanc dike ku peywendiya di navbera 30,000 xwebexşên li seranserê Kurdistanê de hêsantir bike û çalakiyên wan rêkûpêktir bike.

Zêdetirî 250 xwebexşên ji bajar û deverên cuda, di çalakiyeke piralî de hemû şûnwarên giştî, dibistan û navendên xizmetguzariyê yên gundê Zargezewiyan nûjen kirin. Ev proje bi armanca geşkirina jiyanê li gundan û vegerandina hêviyê ji bo niştecîhan hat kirin.

Xwebexşên ku beşdarî projeyê bûne, kêfxweşiya xwe bi vê çalakiyê anîn ziman. Rojan Zahîr, wek xwebexşekê diyar kir ku armanca wan nûjenkirina cihên giştî ye da ku nifşên nû yên gund fêm bikin ku xwebexşî berhemhênan e, ne tenê derbaskirina demê ye.

Herwiha Ramyar Hesko, xwebexşekî din, destnîşan kir ku bi rêya "Volunteer.KRD" ew dixwazin civaka xwe pêş bixin û bêyî ku li benda beramberekî bin, xizmeta welatê xwe bikin.

Serperiştyarê xwebexşan, Necah Feqo Ezîz, derbarê hilbijartina vî gundî de got: "Me ev gund hilbijart ji ber ku beriya niha rastî êrîşeke dronan hatibû û ziyan gihîştibû malbatên Pêşmergeyan. Me xwast bi rêya xwebexşan xizmeteke zêdetir bigihînin vî gundî û nîşan bidin ku xwebexşî ne tenê li bajaran, lê li qeza, nahye û gundan jî giring e."

Li gorî amarên Saziya Kurdistan Foundation, ji projeyên nûjenkirinê yên li gundê Zargezewiyan zêdetirî 2,500 kes sûdmend dibin. Kurdistan Foundation bi plana xwe ya nû dixwaze giringiyeke zêdetir bide keskayî, paqijî û parastina jîngeha gundan, da ku jiyaneke nûjen û tendurist ji bo gundiyan dabîn bike.