Araqçî: Dorpêça li ser Îranê hat rakirin û beşek ji samanên wê hatin azadkirin

Navenda Nûçeyan (K24) – Wezîrê Derve yê Îranê Ebas Araqçî ragihand, di danûstandinên li Swîsreyê de pêşveçûnên dîrokî hatine bidestxistin. Araqçî aşkere kir ku ambargoya li ser Îranê tê rakirin û li ser rawestandina şerê li Libnanê lihevkirinek çêbûye.

Wezîrê Derve yê Îranê Ebas Araqçî îro 22ê Hezîrana 2026an li ser hesabê xwe yê tora civakî "X", zanyariyên nû derbarê gera yekem a danûstandinên li Swîsreyê parve kirin. Araqçî diyar kir ku bi navbeynkariya Pakistan û Qeterê, encamên giring ji bo bidawîkirina şerê li Libnanê û asayîkirina peywendiyên bi Amerîkayê re hatine bidestxistin.

Araqçî di peyama xwe de nûçeyên xêrê dan aboriya welatê xwe û got: "Ji bo hinardekirina petrol û berhemên petrokîmyayê yên Îranê, biryara lîxweşbûnê hat derxistin û hemû dorpêçên li ser welatê me hatin rakirin." Herwiha wî destnîşan kir ku beşek ji samanên Îranê yên ku li derve hatibûn blokekirin hatine azadkirin û planeke mezin a avadankirinê li Îranê dest pê kiriye.

Xalên sereke yên lihevkirina Amerîka û Îranê

Piştî civîna lûtkeyê ya roja Yekşemê ku di navbera Amerîka, Îran, Pakistan û Qeterê de birêve çû, navbeynkaran daxuyaniyeke hevpar belav kirin. Li gorî daxuyaniyê, her du alî li ser van xalan li hev kirine:

- Nexşerêyek hat pesendkirin da ku di nava 60 rojan de her du welat bigihîjin peymana dawî û giştgir.

- Ji bo rêgirtina li her şaştêgihîştinekê yan rûdaneke nexwestî û dabînkirina ewlehiya keştiyên bazirganî di Tengava Hormuzê de, hêleke peywendiya rasterast di navbera Amerîka û Îranê de tê avakirin.

- Komîteyeke bilind ji bo serpereştiya danûstandinan hat avakirin. Di bin sîwana vê komîteyê de komên taybet dê li ser dosyayên atomî, ceza û çareserkirina nakokiyan bixebitin.

- Bi beşdariya hikûmeta Libnanê û navbeynkaran, şaneyeke taybet hat avakirin, da ku piştrast bin ku operasyonên leşkerî li Libnanê bi temamî bi dawî dibin.

Danûstandinên teknîkî berdewam dikin

Tê payîn ku tîmên teknîkî yên aliyan di nava vê hefteyê de li havîngeha Burgenstock a Swîsreyê bimînin, da ku li ser hûrgiliyên hemû dosyayên teknîkî û yasayî gotûbêjan berdewam bikin.