4 firokxane li Moskoyê hatin girtin
Navenda Nûçeyan (K24) – Rayedarên Firokvaniyê yên Rûsyayê ragihandin, ji ber êrîşên dronî, wan bi awayekî demkî çar firokxaneyên paytext Moskoyê girtine.
Serokê Şaredariya Moskowê Sergey Sobyanin îro 22ê Hezîrana 2026an bi rêya Telegramê aşkere kir, di encama êrîşan de 59 dron hatine rûxandin û xistin. Herçend Sobyanin rasterast navê Ukraynayê nedabe jî, lê ev êrîş di demekê de ne ku Ukrayna êrîşên xwe yên dronî di kûrahiya xaka Rûsyayê de zêdetir kirine.
Li aliyê din, Parêzgarê herêma Odesayê li başûrê Ukraynayê Oleg Kiper ragihand, artêşa Rûsyayê duh bi mûşekên balîstîk ên cureyê "Iskander" êrîşî herêmê kiriye. Di encama vê êrîşê de kesekî canê xwe ji dest da û sê kesên din jî birîndar bûn. Kiper diyar kir ku mûşekan navendeke çandiniyê armanc girtiye û ji ber vê yekê agir bi tankên sotemeniyê û otomobîlan ketiye.
Ukrayna di van demên dawî de êrîşên xwe yên li ser nîvgirava Kirimê zêde kirine, bi taybetî rêyên dabînkirina sotemeniyê dikin armanc. Ev yek bûye sedema krîzeke sotemeniyê li herêmê.
Ji ber êrîşên li ser binesaziya enerjiyê, li gelek deveran elektirîk qut bûye. Herwiha hat ragihandin ku çûnûhatina keştiyan di Tengava Kerçê de bi awayekî demkî hatiye rawestandin.
Şerê Rûsya û Ukraynayê ku di Sibata 2022an de bi êrîşa Rûsyayê dest pê kiribû, ketiye qonaxeke nû ya êrîşên dronê yên dualî. Di encama vê şerê de heta niha bi dehhezaran kes hatine kuştin û birîndarkirin, herwiha bi mîlyonan welatî ji mal û milkên xwe koçber bûne.