Wênegir Nasih Elî li Festîvala Qamişloyê xelata "Baştirîn Çîroka Wêneyî" wergirt

Navenda Nûçeyan (K24) – Wênegirê Kurd Nasih Elî, bi çîroka xwe ya wêneyî ya bi navê “Ji bo Debara Jiyanê Rûbirûbûna Mirinê”, di Festîvala Wênegiriyê ya Qamişloyê de xelata baştirîn wênegir bi dest xist.

Wênegir Nasih Elî îro 22ê Hezîranê ji Kurdistan24ê re ragihand, ew serbilind e ku bajarê Qamişlo li Rojavayê Kurdistanê, bûye navenda komkirina hunermendên her çar parçeyên Kurdistanê. Di vê festîvalê de 38 wênegir beşdar bûn û 105 tabloyên hunerî hatin nîşandan.

Çîroka Kolberan xelat girt

Nasîh Elî bi çîroka xwe ya wêneyî ya bi navê “Ji bo Debara Jiyanê Rûbirûbûna Mirinê” bal kişand ser jiyana dijwar a kolberan. Ev karê hunerî behsa wan mirovên ku her roj ji bo dabînkirina nanê malbata xwe, di rêyên xeternak û sînorên dijwar de bi mirinê re rûbirû dibin, dike. Diyar kir jî, wî nexwastiye tenê dîmenekî xemgîn nîşan bide, lê xwastiye hîs û neçariya mirovî ya di navbera jiyan û metrsiyê de nîşanî bîneran bide.

Ji bilî çîroka kolberan, Nasih Elî bi wêneya “Dîwaneyê Kifriyê” jî beşdar bû, ku tê de bi awayekî kûr li têgihiştinên civakî yên derbarê takên cuda de dinêre. Herwiha albuma wî ya bi navê “Lehengê Ayşê” ji ber nîşandana dilsoziya mirovî, bala bîneran kişand. Wî di festîvalê de gelek wêneyên çandî yên ku nasname, reng û jiyana rojane ya Kurdewarî nîşan didin, pêşkêş kirin.

Festîvala Qamişloyê

Festîvala Wêneyan ya Qamişloyê ji aliyê Komeleya Wênegirên Rojavayê ve di 20ê Hezîrana 2026an de hat birêxistin. Nasîh Elî derbarê festîvalê de got: "Li vir huner ne tenê wekî ciwaniyekê hat dîtin, lê wekî amûrekî ji bo parastina bîreweriyê, tomarkirina rastiyên civakî û vegotina çîrokên mirovî hat bikaranîn."

Nasih Elî kî ye?

Nasîh Elî di sala 1982an de li bajarê Silêmaniyê ji dayik bûye. Ew nêzîkî 30 salan e di warê wênegiriyê de kar dike. Heta niha di gelek pêşangeh û festîvalên navxweyî û navdewletî de beşdar bûye û xwediyê gelek xelatên giring e.