Gotara Arîn Barzanî li Lûtkeya Cîhanî ya Ciwanan
Navenda Nûçeyan (K24) – Damezrînerê Kurdistan Foundationê Arîn Barzanî îro Sêşemê (24ê Mijdara 2026an), di yekem Lûtkeya Cîhanî ya Ciwanan a li Herêma Kurdistanê de, gotarek pêşkêş kir û bixêrhatina ciwanên Kurdistanê, yên seranserê cîhanê û mêvanên welatên erebî bo paytexta Herêma Kurdistanê kir.
Arîn Barzanî di gotara xwe de bal kişand ser dîroka hevjiyanê li Kurdistanê û tekez kir ku gelê Kurdistanê tevî hemû astengî û şerên ji bo mayînê, di bin serkirdayetiya Serok Barzanî û bi qurbanîdana Pêşmergeyan de ti carî îradeya xwe ya ji bo pêşketinê ji dest nedaye.
Deqa gotara Arîn Barzanî wiha ye:
"Mêvanên birêz, heval û dostên hêja, ciwanên birêz ên Kurdistanê û ew kesên ku ji seranserê cîhanê ji bo beşdarbûna di vê lûtkeyê de hatine; hûn bi xêr hatin bo Hewlêra paytexta Kurdistanê. Gelekî kêfxweş im ku di yekemîn Lûtkeya Cîhanî ya Ciwanan de li vir, li Kurdistanê em li hev civiyane.
Bi hezaran sal e Kurdistan navenda pêkhate, çand û şaristaniyên cuda bûye. Di dirêjahiya wan hemû salan de, gelê Kurdistanê rûbirûyî serdemekê bûye ku ji bo mayîna xwe şer kiriye. Lê belê ligel wan hemû zehmetiyan jî, ti carî xwastek û îradeya xwe ya bihêz a ji bo berdewambûn û pêşketinê ji dest nedaye. Em kurd her tim bi hêviya pêşerojeke baştir bûne û di wê rêyê de, bi serkirdayetiya rêberê bilind ê gelê me cenabê Serok Barzanî û têkoşîn û qurbanîdana Pêşmergeyan, di hewldanan de berdewam bûne.
Lewma ez dixwazim li vir em ji cenabê Serok Barzanî re bêjin:
Cenabê Serok Barzanî, roja asmanê Kurdistan,
Ji te em fêr bûn rastgo bin, xwedî soz û xwedî peyman.
Şopên te çirayên me ne, dîroka te nasname ye,
Soz û peymanê didin te, rêbaza te rêya me ye.
Aşkere ye, baş dizanin, bê cenabê te dîrok jî nîne,
Hikmetek li cem hekîm nebe, piştrast bin li cem kesî nîne.
Înşelah Serok her sax bî û dijminên te her serşor bin."