Sekreterê Giştî yê Yekgirtûya Îslamî serdana PDK û YNKê dike

Navenda Nûçeyan (K24) – Sekreterê Giştî yê Yekgirtûya Îslamî ya Kurdistanê Selahedîn Behaedîn, careke din dest bi serdanên fermî yên li gel PDK û YNKê dike. Armanc çareserkirina krîza siyasî û germkirina pêwendiyên di navbera herdû partiyên desthilatdar de ye.

Endamê serkirdayetiya Yekgirtûya Îslamî ya Kurdistanê Dara Sêkanyanî îro 22ê Hezîrana 2026an ji Kurdistan24ê re ragihand, Sekreterê Giştî yê partiya wan, Selahedîn Behaedîn, dê careke din serdana Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) û Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) bike.

Sêkanyanî destnîşan kir, di hevdîtinên dawî yên navbera PDK û YNKê de hinek nêzîkbûn û nîşanên erênî hatine dîtin. Herwiha tekez kir ku Yekgirtû li ser destpêşxeriya xwe ya siyasî berdewam e û got: "Em naveroka destpêşxeriya ku me beriya niha ragihandibû naguherînin û em hewl didin herdu aliyan bigihînin encameke erênî."

Derbarê serdana şandeya PDKê ya bo cem aliyên siyasî, Dara Sêkanyanî diyar kir ku hîna wextê serdana PDKê ya ji bo Yekgirtûyê nehatiye diyarkirin. Armanca PDKê ji van serdanan gotûbêjkirina li ser aktîfkirina Parlamena Kurdistanê û pêkanîna kabîneya nû ya hikûmetê ye.

Sêkanyanî derbarê helwesta Yekgirtûyê ya li ser parlamenê jî got: "Em gava beşdarî pêvajoya çalakkirina parlamenê dibin ku hemû aliyên siyasî tê de beşdar bin."

Sekreterê Giştî yê Yekgirtûyê Selahedîn Behaedîn di 17ê Gulana borî de destpêşxeriyek ji bo kêmkirina rageşiyan û çareserkirina qeyranan ragihandibû. Di wê çarçoveyê de wî ligel Mesûd Barzanî, Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî, Serokwezîr Mesrûr Barzanî û Serokê YNKê Bafil Talebanî hevdîtinên cuda pêk anîbûn. Herdu aliyan (PDK û YNK) jî pêngava Yekgirtûyê ji bo asayîkirina rewşê wekî gaveke giring nirxandibûn.