PDK ji YNKê re: Em nûnertiya piraniyê dikin û dest ji mafên gel bernadin
Navenda Nûçeyan (K24) – Berdevkê Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) Mehmûd Mihemmed di daxuyaniyekê de bersiva axaftinên berdevkê Yekîtiya Nîştimanî ya Kurdistanê (YNK) dide û radigihîne ku YNKê ji bo rêgirtina li pêkanîna kabîneya dehem, dest bi kuştina demê kiriye.
Di daxuyaniya berdevkê PDKê de hatiye diyarkirin ku ev bersivdayîn ji ber hestkirina bi berpirsyariya neteweyî û nîştimanî û ji bo rêgirtina li çewtekariyan e; ku piştî civîna serokatiya YNKê ya di 21ê Hezîrana 2026an de, berdevkê wê partiyê hinek axaftin û çewtekarî ji bo kanalên ragihandinê kiribûn.
Berdevkê PDKê dibêje: "Piştî hilbijartinên xula şeşem a Parlamena Kurdistanê, di demekê de ku partiya me serdan û danûstandinên xwe ji bo çalakkirina parlamenê û pêkanîna kabîneya nû çir kiribûn, YNKê ji bo hilnebijiartina serokatiya parlamenê û pêkneanîna kabîneya dehem dest bi kuştina demê kir. Ji ber ku di kûrahiya dilê xwe de baweriya wan bi proseya dengdan û hilbijartinê nîne, loma dest bi hincet girtinê kirin."
Daxuyaniya ji Berdevkê PDK)ê
Hevwelatiyên hêja,
Ji ber hestkirina bi berpirsyariya neteweyî û nîştimanî, û ji bo rêgirtina li çewtekariyan û aşkerekirina rastiyan ji bo dîrokê, me bi baş dît ku em bersiva hinek axaftin û çewtekariyên berdevkê Yekîtiya Nîştimanî ya Kurdistanê (YNK) bidin; yê ku piştî civîna serokatiya partiya xwe ya di 21ê Hezîrana 2026an de ji bo dezgehên ragihandinê axivîbû. Armanca me aşkerekirina rastiyan e ji bo gelê Kurdistanê yê berxwedêr û têkoşer.
Piştî hilbijartinên xula şeşem a Parlamena Kurdistanê, di demekê de ku partiya me serdan û danûstandinên xwe ji bo çalakkirina parlamenê û pêkanîna kabîneya nû çir kiribûn, YNKê ji bo hilnebijiartina serokatiya parlamenê û pêkneanîna kabîneya dehem, dest bi kuştina demê kir. Ji ber ku di kûrahiya dilê xwe de baweriya wan bi proseya dengdan û hilbijartinê nîne, loma dest bi hincetgirtinê kirin. Bi aşkere dihate hîskirin ku ji bo vê reftar û armanca wan piştgirî lê tê kirin; Serokê YNKê jî ev yek veneşart û li ber çavên xelkê ragihand ku ew ne ligel pêkanîna saziyên şer’î ye.
Berdevkê YNKê divê amaje bi hejmara deng û kursiyên xwe û yên PDKê bikira di herdu hilbijartinên Parlamena Kurdistanê û Encûmena Nûneran a Iraqê de; wê demê dê diyar biba ku em wek PDK nûnertiya çendê xelkê Kurdistanê dikin û ew nûnertiya çendê dikin. Şayisteya hilbijartinê li ser wê rewayetiya ku xelk dide tê pîvandin, ne li ser dirûşm û nerastiyan. Xelkê Kurdistanê baweriya xwe dîsa da PDKê ji ber ku piştrast bûn ku dê destkeftên wan biparêze.
YNK tevî hemû têbiniyan jî tenê xwediyê (23) kursiyên parlamenê ye. Li cem xelkê Kurdistanê zelal e ku bûyera karesatbar a Lalezarê û zîndankirina kesê yekem ê Tevgera Neweyê Niwê ji bo çi bûn. Ev bûyer û gelek bûyerên din ên bi vî rengî ne ku berdevkê YNKê şanaziyê pê dike û wisa dizane ku xelkê Kurdistanê ev bûyerên şermezar ji bîr kirine! Kurdistanî ji wê zîrektir û zanatir in ku bi rêzkirina çend peyv û ristan ên ku bi çewtekariyan hatine dagirtin, bawer bikin.
PDK li hember rêbaz û xebata xwe ya neteweyî û nîştimanî bi berpirsyarî, û ji rewangeha xemxuriya ji bo berjewendiyên welatiyên Kurdistanê û parastina maf û destkeftên ku bi xwîn û xebata gelek salan hatine bidestxistin, çavê xwe li gelek helwestên berê û yên niha yên YNKê girtiye. Lê belê divê em vê yekê ji bo wan rast bikin: gava dibêjin "YNK tawîzê ji mafên xelkê Kurdistanê nade", rastî ev e ku tenê YNKê mafên xelk û dengdêrên Kurdistanê binpê kirine û bûye asteng li pêşiya proseya demokrasiyê û çalakkirina parlamenê. YNK tenê nûnertiya dengdêrên xwe dike; ew aliyê ku nûnertiya rastîn û ya piraniya xelkê Kurdistanê dike, Partiya Demokrat a Kurdistanê ye. Ev jî bawerî û biryara xelkê ye, lewma PDK ti carî tawîzê ji maf û daxwazên Kurdistanîyan nade û mafên wan diparêze.
YNK li ser zimanê berdevkê xwe behsa "baskbûn û parçebûna navxweyî" dike! Baş e ku YNK di bikaranîna hinek têgehên ne di cih de li xwe vegere, ji ber ku bersivnedana PDKê sînorekî xwe heye. Sirûşta PDKê wisa ye ku yek rêber, yek biryar û yekgirtî ye; li hemberî astengî û planên wan û yên ku li pişt wan in jî dê her wisa bimîne. Her ji ber vê yekê ye ku PDK serkeftî bûye û YNK jî gihîştiye vê rewşa xwe ya niha. Dîrok jî li ser vê mijarê şahid e.
Axaftina herî rast a berdevkê YNKê ew bû ku dibêje: "Siyaseta xwesepandinê ziyanê dide Herêma Kurdistanê." Belê, ew YNK ye ku dixwaze bi zordarî û bêyî guhdana deng û nêrîna xelkê Kurdistanê, xwe li ser encamên hilbijartinê ferz bike û ti hesabekî ji bo deng û hejmara kursiyên aliyan neke.
Em wek Partiya Demokrat a Kurdistanê, hemû Kurdistan û Kurdistanî li cem me giranbiha ne û em dixwazin xizmeta wan bikin. Ew YNK ye ku cudakarî çêkiriye û nahêle yasa, rênimayên îdarî û darayî û projeyên Hikûmeta Herêmê li hemû sînorên Kurdistanê werin cîbicîkirin.
Em hêvî dikin ku ew van tevgerên xwe biguherînin û êdî beşekî girîng û hêja yê Herêma me nekin rehîneya pêkanîna meramên xwe; êdî nebin sedema nîgeraniyê û yekparçeyiya Herêmê, qewar, maf, destkeft û aramiya xelkê Kurdistanê li ber çav bigirin û êdî neyar û dijminên gelê me dilxweş nekin.