Berpirsekî Hizbullahê ji Kurdistan24ê re: Piştî Libnanê, dor tê sê welatên din ên navçeyê
Navenda Nûçeyan (K24) – Berpirsekî pilebilind ê Hizbullahê hişyariyê dide welatên navçeyê û tekez dike ku piştî Libnanê, Îsraîl plan dike êrişî sê welatên din bike.
Endamê serkirdayetiya Hizbullaha Libnanê Xalib Ebû Zeyneb di hevpeyvîneke taybet ligel malpera Kurdistan24ê de, bal kişand ser hemû geşedanên siyasî û leşkerî yên ku niha li Libnan û Rojhilata Navîn diqewimin.
Wî serkirdeyî bi hûrî behsa sedemên pêknehatina agirbestê, naveroka danûstandinên nerasterast, mercên Amerîka û Îsraîlê, krîza aborî ya Libnanê û kontrolkirina firokexaneya Beyrûtê kir.
Binpêkirinên Îsraîlê û xewna "Îsraîla Mezin"
Ebû Zeyneb di destpêka axaftina xwe de, sedema sereke ya pêknehatina peymanên agirbestê li Libnanê, vedigerîne ser niyeta Îsraîlê ya ji bo sepandina projeya "Îsraîla Mezin".
Wî serkirdeyî aşkere kir ku: "Ji sala 2024an ve, gava biryara rawestandina kiryarên dijminane hat dayîn, Hizbullahê 15 mehan bi temamî pabendî rawestandina êrişan bû, lê Îsraîl bi hinceta bidestxistina 'azadiya liv û tevgerê' binpêkirinên xwe berdewam kirin. Amerîkayê jî qebûl kiribû ku her kengî Îsraîl hest bi metirsiyê bike, dikare êriş bike."
Li gorî gotina wî Ebû Zeyneb, "Di wê heyamê de artêşa Îsraîlê 500 welatiyên Libnanî û ciwanên Hizbullahê kuştine û bi hinceta hebûna çekan bi sedan avahî rûxandine; hêj berî ku artêşa Libnanê ji bo pişkinînê bice navçeyan."
Ebû Zeyneb tekez dike ku, "Armanca sereke ya Îsraîlê di van karan de, kontrolkirina temamî ya esmanê Libnan, Sûriye û Xezzeyê ye; lewma Hizbullahê biryar da dawî li vê bendewariyê bîne û bikeve nav rûbirûbûneke leşkerî ya vekirî ligel Tel Evîvê."
Danûstandinên Swîsreyê û paşvekişîna Amerîkayê
Derbarê wan guftûgoyên ku di navbera Komara Îslamî ya Îranê û rêveberiya Amerîkayê de li Swîsreyê hatine kirin, Hizbullah bi nêrîneke erênî li wan dinêre. Ebû Zeyneb amaje bi wê yekê dike ku Amerîka piştî ku bi rêya hêza leşkerî û terorkirina serkirdeyan (ku di serê wan de Rêberê Îranê Elî Xamenêyî hebû) nekarî desthilata Tehranê birûxîne, neçar ma vegere qada dîplomasiyê û peymaneke 60 rojî ligel Tehranê îmze bike.
Ew di wê baweriyê de ye ku şiyana leşkerî ya Amerîkayê sînordar e û nikare rûbirûyî dewleteke xweragir wek Îranê bibe yan rejîma dewletan biguhere. Nexasim piştî ku Îranê karî Tengava Hurmizê bigire û derbên wêranker li bingehên leşkerî yên Amerîkayê yên li herêmê bide, Amerîkî tûşî şokê bûn û fêm kirin ku bijardeya leşkerî ji bo wan bi dawî bûye.
Guftûgoyên Serokatiya Libnanê ligel Îsraîl û Amerîkayê
Derbarê wan danûstandinên ku di navbera Îsraîl û serokatiya Libnanê de bi navbeynkariya Amerîkayê li Washingtonê tên kirin; Ebû Zeyneb rexneyên tund li desthilata siyasî ya Libnanê û bi taybetî li serokkomar girt.
Ew tekez dike ku "Hizbullah red dike ku danûstandinên rasterast bike, daku nasîneke bêberamber nede Îsraîlê, lewma Serokê Perlemanê Nebîh Birî, nûneratiya Tevgera Emel û Hizbullahê dike. Tiştê ku niha serokatiya Libnanê dike, nasîna fermî ya dewleta Îsraîlê ye û ev yek li dijî destûrê ye."
Wî serkirdeyê Hizbullahê aşkere kir, di destpêkê de Libnanê belgeyek ji bo danûstandinan pêşkêş kir ku tê de daxwaza rawestandina êrişan, vekişîna Îsraîlê, jinûveavakirin û azadkirina dîlan dikir, lê Îsraîlê ew red kir. Paşê Wezîrê Karên Derve yê Amerîkayê Marco Rubio peywendî bi Serokkomarê Libnanê re kir û belgeyeke Îsraîlî li ser wî sepand.
Wekî ku wî bi xwe got, di vê belgeya nû de du mercên pir metrisîdar hene:
Yekem: Îsraîl dê di nava Libnanê de xwedî azadiya tam a tevgerê be ji bo kuştin û wêrankirinê, bêyî ku kes bersiva wê bide.
Duyem: Divê Hizbullah bi temamî ji başûrê Çemê Lîtanî vekişe, di demekê de ku artêşa Îsraîlê ji navçeyên dagirkirî navekişe.
Her wiha mercekî din avakirina "herêma taqîkirinê" ye; ango artêşa Libnanê navçeyekê paqij dike, eger Îsraîl û Amerîka jê razî bin, dê navçeyeke din bidinê, eger na dê betal bikin. Ebû Zeyneb vê yekê wekî radestkirina temamî ya welat û bi herêmeke parastî ya Îsraîlê binav dike.
Krîza aborî wekî çekekê li dijî Hizbullahê
Derbarê rewşa dijwar a jiyana welatiyan de, Ebû Zeyneb tekez dike ku krîza aborî ya Libnanê ne tiştekî ji nişka ve bû, belkû ji sala 2016an ve dorpêçeke biplan li ser welat hatiye sepandin. Îflaskirina bankan û rêgirtina li hewaleyên darayî di bin çavdêriya Amerîka û Ewropayê de hatiye cîbicîkirin.
Li gorî gotina wî, "Armanca vê dorpêçê, lêdana li hawirdora piştgira Hizbullahê ya li başûrê Libnanê ye. Heya niha desthilata siyasî ya Libnanê wan alîkariyên ku ji derve tên vedişêre û kêm kêm dide xelkê, daku welatî di nava belengaziyê de bijîn û li dijî Hizbullahê rabin. Lê belê gelê Libnanê amade ye birçî bimîne û şehîdan bide, lê karemata xwe winda neke û ala Îsraîlê li Beyrûtê qebûl neke."
Hejmûna Amerîkayê li ser firokexaneya Beyrûtê û kêşe ligel Îranê
Derbarê rageşiya navbera desthilata Libnanê û Komara Îslamî ya Îranê de, berpirsê Hizbullahê eşkere dike ku ev kêşe peywendî bi destêwerdana Amerîkayê ve heye. Piştî şerê 2024an, rêveberiya Amerîkayê dest daniye ser firokexaneya Beyrûtê û hemû dezgehên ewlehiyê yên firokexaneyê bi kesên ser bi îstîxbarata xwe ve tije kiriye. Bi vê rêyê, ew her tim astengiyan ji bo firokeyên Îranî çêdikin.
Her wiha balê dikşîne ser rola Wezîrê Karên Derve yê Libnanê ku ser bi partiya "Hêzên Libnanî" ve ye û xwedî dîrokeke hevpeymaniyê ligel Îsraîlê ne ku ji sala 1982an ve dest pê dike. Ew di wê baweriyê de ye ku serokkomar û wezîrê derve bi fermana Amerîkayê kar dikin û hewl didan kêşeyan ji bo dîplomatkarên Îranê çêbikin; ji ber ku berê wan rehîn li ser wê yekê dikir ku Îran dê birûxe, lê niha dibînin ku Îran ji caran bi hêztir vegeriyaye.
Pêdiviya pêkanîna bereyeke herêmî ya yekbûyî
Xalib Ebû Zeyneb di beşeke din a hevpeyvîna xwe de hişyariyê dide welatên navçeyê û tekez dike ku Îsraîl tenê çavê xwe li Libnanê nagerîne, belku metirsiyeke mezin e li ser Misir, Sûriye, Siûdiye, Tirkiye û Pakistanê jî.
Ew daxwaz dike ku welatên navçeyê rûpeleke nû vekin û yek bigirin, daku li dijî berfirehbûnxwaziya Tel Evîvê dîwarekî asteng ava bikin.
Herwiha got jî: "Hizbullah hêvîdar e ev welat roleke çalak bi cih bînin ji bo kêmkirina giraniya hejmûna Amerîkayê ya li ser Libnanê, ji ber ku niha Washington tenê hewl dide berjewendiyên Îsraîlê li ser hesabê gelên navçeyê bidest bixe."