Mesrûr Barzanî tekezî li ser pêşxistina peywendiyên Kurdistan û Kanadayê kir

Navenda Nûçeyan (K24) – Serokwezîrê Herêma Kurdistanê pêşwazî li şandeke Grûpa Dostayetiya Kanada-Kurdî ya Perlemana Kanadayê kir.

Serokwezîr Mesrûr Barzanî îro 23ê Hezîrana 2026an pêşwazî li şandeke Grûpa Dostayetiya Kanada-Kurdî ya Perlemana Kanadayê kir. Şande ji perlemanter Ziad Aboultaif ji Partiya Mihafezekar), perlemanter Ehmed Husên ji Partiya Lîberal û wezîrê berê yê Geşepêdana Navdewletî û Koç û Penaberan, pêk dihat.

Li gorî daxuyaniya Hikûmeta Herêma Kurdistanê: "Şandryê kurteyek derbarê kar û çalakiyên grûpa xwe ya di nav Perlemana Kanadayê de û armanca serdana xwe pêşkêş kir, ku armanca wê pêşxistina zêdetir a peywendiyên Herêma Kurdistanê û Hikûmeta Kanadayê ye. Her wiha şandeyê amadehiya welatê xwe ji bo bihêzkirina peywendiyên dualî di warên cuda de nîşan da."

Serokwezîr Mesrûr Barzanî tevî nîşandana kêfxweşiya xwe ya bi vê serdanê, spasiya piştgirî û hevkariya Kanadayê kir û daxwaza Herêma Kurdistanê ji bo pêşxistin û geşekirina zêdetir a peywendiyên Herêma Kurdistanê û Kanadayê tekez kir.