Mesrûr Barzanî: Ez dilxweş im ku welatê me rojane pêş dikeve

Mesrûr Barzanî
Mesrûr Barzanî

Navenda Nûçeyan (K24) - Di çarçoveya pirojeyên stratejîk ên jîngehparêzî û geştûyarî de, Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî îro parka modern a "Gansa de Babel"ê li Hewlêrê vekir, ku tê de bilindtirîn stûna Alaya Kurdistanê li ser asta Iraqê hatiye çikilandin.

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî vê êvarê (Sêşem, 23ê Hezîrana 2026ê) di merasîmeka hejî de li Hewlêrê parka mezin û modern a "Ganasa de Babel"ê (Parka Baxçeyên Helawîstî yên Babilê) vekir û di gotarekê de bingehên stratejîk ên avakirina pirojeyên bi vî rengî zelal kirin.

Ev parka nûjen ku li ser rûberê nêzîkî 59 hezar metreyên çargoşeyî bi moderntirîn teknîk û dîzaynên avasaziyê hatiye avakirin, wekî werçerxaneka giring di kertê geştyarî, jîngehparêzî û tenduristiya giştî de li paytextê tê dîtin.

"Gelê me hejîyî xizmetkariyên herî baş e"

Serokwezîr Mesrûr Barzanî di destpêka gotara xwe de bi germî bixêrhatina mêvanên navxweyî, biyanî û berpirsên amadebûyî kir. Paşê, tekezî li ser pabendbûna neguher a kabîneya xwe di berdewamkirina pirojeyên avadaniyê kir, bi taybetî ew pirojeyên ku rehendên jîngehî û tendurustiyê hene û dibin sedema bilindkirina kalitiya jiyana welatiyan û kêmkirina bandorên guhertina keşûhewayê li deverê.

Serokwezîr herwesa ragihand: "Ez dilxweş im ku piştî salekê ji danana kevirê bingehîn, îro em bi hev re ji bo vekirina vê parka modern civiyan." Herwesa bal kişand ser navê pirojeyê û got: "Ev park her ji navê wê diyar e ku amajeyek e bo resenatî û dîroka pêkvejiyanê di welatê me de."

Mesrûr Barzanî eşkere jî kir ku ev park dê bibe cihek daku di warê civakî de malbat, zarok û ciwan bikarin bi hev re bicivin û demên xweş li wê derê derbaz bikin. Wî herwesa got: "Ev park Ji bo xweşiktirkirina rûyê bajar hatiye çêkirin, dê sîmayek û dîmenekê dî yê xweşiktir bide bajarkê Enkawayê. Li pişt min jî, bilindtirîn alaya Kurdistanê li ser asta Iraqê di vê parkê de hatiye bilindkirin ku ev jî cihê şanaziyê ye."

Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê di pişkeka dî ya gotara xwe de diyar kir: "Ez pir dilxweş im gava dibînim ku welatê me roj bi roj bi pêş dikeve û cihên xweştir û baştir tên avakirin. Hûn hemî hejîyî wê yekê ne ku zêdetir xizmet ji bo we bê kirin. Tiştê ji destê me bê, em dê bi hev re li gel we bizavê bikin ku civakeka saxlem ji bo xwe û mêvan û geştiyaran ava bikin. Bi şanazî ve îro yek ji van destkeftiyan dikeve xizmeta welatiyan."

Taybetmendiyên endazyarî û sembolên neteweyî

Ev pirojeya pêşeng ku wekî yek ji navendên giştî yên herî kêmwêne li seranserî Iraqê tê hesibandin, xwediyê sê dergehên serekî û stratejîk e ku hevsengî û girêdaneka guncayî di navbera Enkawa û pirojeya "Erbil Avenue"yê de çê dike.

Yek ji sembolên neteweyî û avahîsaziyê yên diyar di vê parkê de hebûna stûneka alayê bi bilindahiya 63 metran e, ku li ser asta Iraqê bilindtirîn stûna alayê ye, li gel hebûna zêdetirî 50 alayên din ên Kurdistanê ku dîmenekê bêhempa didin wî cihî.

Ji aliyê endazyarî û nexşesaziyê ve, çend afirandinên nû di vê parkê de hene; wekî pireka marpêçî ya hevdem ku 7 metran ji asta erdî bilind e û dîmenekê panoramîk dide serdankeran, li gel rêyeka derbazbûna ya binerd (tunel) ku bo rêkxistin û hêsankirina hatin û çûna welatiyan bi parastîtirîn awa hatiye dîzaynkirin.

Herwesa vê pirojeyê giringiyeka mezin bi kerta werzişî jî daye û yarîgeheka pêşkeftî ya lîstika "Padil"ê (WOP) tê de hatiye avakirin bo pirkirina pêdivîtiyên ciwanan û hogirên vê werzişa nû.