Mesrûr Barzanî: Ti hincetek bo rêgirtina li çalakkirina parlamenê nînin
Navenda Nûçeyan (K24) - Serokwezîrê Herêma Kurdistanê ragihand ku ew bo çalakkirina parlamenê dilgerm in û her aliyekî rêgiriyê bike, divê li beranberî xelkî berpirsiyar be. Tekez jî kir ku nabe tu cudahî di navbera mûçexurên Herêma Kurdistanê û yên Iraqê de bê kirin.
Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî îro (Sêşem, 23ê Hezîrana 2026ê), piştî vekirina parka "Baxçeyên Helawîstî yên Babilê", di konferanseka rojnamevanî de çend pirsên giring ên girêdayî rewşa navxweyî, peywendiyên Hewlêr û Bexdayê, kertê werzişê û medyayê berçav kirin.
Çalakkirina Parlamena Kurdistanê
Serokwezîr Mesrûr Barzanî ragihand: "Em dilgermên wê yekê ne ku parlamen bê çalakkirin, tu hincetek nîne bo rêgrikirinê li çalakkirina Parlamena Kurdistanê." Tekez jî kir ku her aliyekî rêgiriyê li çalakkirina parlamenê bike, divê li beranberî xelkê Kurdistanê berpirsiyar be.
Karê medyayî û pîşeyîbûn
Di derheqa serederîkirina li gel medyakaran, Serokwezîr diyar kir: "Hemî medyakar cihê rêzê ne, rêzgirtina li hemiyan pêdivî ye, lê divê ew jî bi rengekê pîşeyî karê xwe bikin."
Di bersiva pirsiyara rojnamevanekî de li ser Kupa Cîhanî (Mondyal), Mesrûr Barzanî dilxweşiya xwe nîşan da ku hejmareka lîstikvanên Kurd di nav çend hilbijartiyên cuda cuda de pişkdariyê di Mondyalê de dikin û got: "Cihê şanaziyê ye ku Kurdan ciwanên bi vî rengî ava kirine, herçend e cihê daxê ye ku li ser navê Kurdistanê pişkedar nebûne, lê em hêvîdar in rojek ji rojan hilbijartiyê Kurdistanê jî pişkdariyê di Mondyalê de bike."
Çareserkirina sîstema ASYCUDAyê û pirsên darayî
Di derheqa arêşeya sîstema gumrikî ya "ASYCUDA"yê de, Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê eşkere kir ku ew mijûlî hûrgiliyên wê ne û gihîştine lihevkirineka destpêkî bo çareserkirina vê arêşeyê di paşerojeka nêzîk de.
Herwesa li ser pirsa 120 milyar dînarên dahata navxweyî jî, Mesrûr Barzanî zelal kir: "Ev per li ser tu bingeheka qanûnî nîne ku bi hikûmeta federal bê dan, ji ber ku qanûn dibêje ku divê nîvê dahatên federalî bi hikûmeta federal bê dan." herwesa got: "Em dixwazin dahata Herêma Herêma Kurdistanê zêde bikin, daku bêtir alîkariya Iraqê bikin, lê vê yekê bandor li ser mûçeyên mûçexurên Herêma Kurdistanê nabe."
Serokwezîr Mesrûr Barzanî tekez jî kir ku herçend e Iraq ji ber rewşa deverê rûbirûyî arêşeya hinek kêmbûna pereyî (siyûle) bûye, lê "nabe tu cudahî di navbera mûçexurên Herêma Kurdistanê û yên Iraqê de bê kirin."
Li dawiyê jî, di derheqa parastina zeviyên petrolê de, Mesrûr Barzanî eşkere kir ku wan şandek şandiye û aliyên peywendîdar li Bexdayê jî soz daye û ku sîstema berevaniya esmanî bo zeviyên petrolê yên Herêma Kurdistanê dabîn bikin.