Oman û Îranê li ser birêvebirina Tengava Hurmizê li hev kir
Navenda Nûçeyan (K24) - Di çarçoveya serdana şandeka bilind a Îranê bo Mesqetê, Oman û Îranê di daxuyaniyeka hevpar de piştgiriya xwe bo "têgehiştina Îslamabadê" ya navbera Waşinton û Tehranê diyar kir û li ser pêkhînana tîmeka karî ya hevpar bo diyarkirina awayê birêvebirina Tengava Hurmizê û bacên li ser keştîvaniya navdewletî li hev kir.
Oman û Îranê îro (Sêşem, 23ê Hezîrana 2026ê) daxuyaniyeka hevpar belav kir û tê de piştgiriya xwe bo jihevtêgehiştina navbera Waşinton û Tehranê, ya ku bi "Jihevtêgehiştina Îslamabadê" tê naskirin, nîşan dan. Herwesa her du welat gihîştin lihevkirinekê bo avakirina tîmeka karî ya hevpar ji bo diyarkirina awayê birêvebirina Tengava Hurmizê û xerciyên keştîvaniyê.
Ev lihevkirin di çarçoveya serdana şandeka bilind a Îranê bo Mesqetê de hat, ku Serokê Parlamena Îranê Mihemed Baqir Qalîbaf û Wezîrê Derve yê Îranê Ebas Eraqçî serokatiya, û li gel Siltan Heysem bin Tariq û Wezîrê Derve yê Omanê civiyan.
Li gorî wê daxuyaniyê, her du welatan tekezî li ser girîngiya berdewamiya danûstandinan û hevahengiyê bo bicihanîna serkeftî ya lihevkirina navbera Amerîka û Îranê kir.
Yek ji xalên serekî lihevkirin e li ser berdewambûna karkirinê bi rêya tîmeka hevpar di navbera wezaretên derve yên wan her du welatan de, bi armanca gihîştina bi lihevkirina dawiyê li ser awayê birêvebirina keştîvaniyê, dabînkirina xizmetkariyan û diyarkirina wan xercî û bacên ku di Tengava Hurmizê de li ser keştiyan tên danan.
Di wê daxuyaniyê de herwesa hatiye: "Tengava Hurmizê wekî rêyeka avî ya aram û vekirî bo keştîvaniya navdewletî dê bimîne, bi şertekî ku rêz li serweriya temam a her du dewletên li ser wê tengavê bê girtin." Herwesa her du aliyan amadebûna xwe bo nîqaşkirina li gel welatên din ên peravên deverê û aliyên peywendîdar, bi mebesta parastina tenahiya deverê û ewlehiya deryayî, nîşan da.