Saziyên sivîl ji bo çareserkirina pirsa Kurd daxwaz destûreke sivîl dikin
Diyarbekir (K24) – Saziyên sivîl ên Bakurê Kurdistanê derbarê pêvajoya çareseriya pirsa kurd de bang dikin kun divê êdî gavên yasayî werin avêtin. Karsaz û nûnerên civakî yên Bakurê Kurdistanê dibêjin di civakê de hêviyek mezin peyda bûye, divê beriya ku ev hêvî qels bibe gavên şênber werin avêtin û her wiha bal tê kêşan ku divê dawîya Tirkiye bigihîje makezagonek sivîl jî.
4 meh ji ser ragihandina raporta encamê ya Komîsyona Hevgirtina Neteweyî Biratî û Demokrasiyê re derbas bûn. Di raporta encamê ya Komîsyona Hevgirtina Neteweyî Biratî û Demokrasiyê de, avêtina gavên yasayî jî cih girtibû, li gel vê yekê tevî hemû bangewaziyên siyasetmedaran û pêkanîna civînan hîn jî gavek şênber nehatiye avêtin. Karsaz û saziyên sivîl ên Bakurê Kurdistanê jî balê dikêşin ku bo bidestxistina encamên şênber ên erênî, pêdivî bi gavên yasayî heye ku ev yek dê bi xwe re geşepêdana aboriyê bîne.
Serokê Yekîtiya Hilberînerên Fisteqan Celalettîn Bîrtane ji Kurdistan24ê re got: “Yên ku pêvajoyê birêve dibin, aqliyeta dewletê û siyasetmedarên kurd divê bi awayeke stratejîk tevbigerin, divê taktîkî tevnegerin, divê demildest gavek yasayî were avêtin û heta ku aşîtî pêk neye jî aborîyê de geşepêdan pêk nayê.”
Nûnerên civakî yên Bakurê Kurdistanê jî dibêjin pirsa kurd pirsgirêkek kûr û dirêj e û ew jî dizanin ku ji nişa ve ev pirsgirêk çareser nabe û bi yasayekê jî çareser nabe, lê ji bo ku pêvajo pêş bikeve jî pêdivî bi gavên yasayî heye da ku hêviyên civakê zindî bimînin.
Serokê Komeleya Lihevkirina Civakî Mahmud Şîmşek dibêje: “Pirsgirêkên sad salî, di sed rojî de nayên kewandin baş nabin, divê ji xeynî makezagonê gavên yasayî yên nav parlementoyê de werin avêtin. Me birçîyê aştî û wekheviyê ne û Kurd û Tirk û Ereb em mecbûrê hev in.”
Karsaz û nûnerên saziyên sivîl balê dikêşin ku pêvajoyê de avêtina gavên yasayî wek pêdiviyeke civakî lê hatiye, lê bo çareseriyek mayînde pêdivî bi makezagonek nû heye û di wê makezagonê de jî divê kurd werin nasîn.