Li Dihokê 363 moletên veberhênanê bi sermayeya 6.5 milyar dolarî hatine dayîn
Dihok (K24) – Parêzgeha Dihokê di warê veberhênan û avadaniyê de gavin mezin diavêje. Tenê di şeş mehên destpêkê yên îsal de, bi bihayê zêdetirî 62 mîlyon dolarî projeyên veberhênanê hatine cîbicîkirin.
Bajarê Dihokê êdî wekî navendeke giring a sermayedar û veberhêneran tê dîtin. Li gorî zanyariyan, aramî û hêsankariyên Hikûmeta Herêma Kurdistanê bûne sedem ku veberhênerên navxweyî û biyanî berê xwe bidin vê parêzgehê.
Ji dema ku yasaya veberhênanê ketiye warê cibicîkirinê û heta niha, li parêzgeha Dihokê moleta 363 projeyan hatiye dayîn. Sermayeya van projeyan bi giştî gihîştiye zêdetirî 6 mîlyar û 500 milyon dolarî.
Veberhêner Ziyad Temir, ku niha projeyeke bazirganî ya 6-qatî ya ji 64 ofîsan pêk tê bi rêve dibe, diyar kir ku siyastên hikûmetê bandoreke erênî li ser karê wan kiriye. Temir got: "Aramî û hêsankariyên hikûmetê handana herî mezin e ji bo me. Em hêvî dikin ev piştgirî berdewam bike, daku em karibin derfetên kar ji bo xelkê xwe peyda bikin."
Rêveberê Giştî yê Veberhênana Dihokê Hefal Sidîq jî bal kişand ser rola serokatiya hikûmetê û got: "Ev serkeftin encama dîtina hekîmane ya Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê birêz Mesrûr Barzanî ye. Bi taybetî hêsankirina rênimayan û kêmkirina rûtînê, rê li ber veberhêneran vekiriye ku di sektorên stratejîk de kar bikin."
Di nava şeş mehên dawî de, Dihokê bi pejirandina çendîn projeyên stratejîk di sektorên pîşesazî, bazirganî û geştiyariyê de, pêgeha xwe ya wekî navendeke aborî ya bihêz li Herêma Kurdistanê xurt kiriye.