Bexdayê pirsgirêkên berhemanîn û hinardekirina petrola Kurdistanê çareser nekirine
Navenda Nûçeyan (K24) – Jêderekî agahdar ji Kurdistan24ê re aşkere kir, ji ber kêşeyên teknîkî, darayî û yasayî yên ligel aliyê Tirkiyeyê, hîna dîroka destpêkirina hinardekirina petrola Herêma Kurdistanê ne diyar e û Bexdayê jî ji bo çareserkirina kêşeyan gavên pratîkî neavêtine.
Jêderekî nêzîkî guftûgoyên di navbera Hikûmeta Herêma Kurdistanê, Hikûmeta Federal a Iraqê û kompanyayên petrolê de diyar kir, proseya hinardekirinê rûbirûyî astengiyên mezin bûye.
Li gorî wî jêderî, Tirkiyeyê sala borî Iraq agahdar kiribû ku peymana boriyên petrolê yên Kerkûk-Ceyhanê di 27ê Tîrmeha 2026an de bidawî dibe û Enqera ne amade ye bi mercên berê peymanê nû bike. Kompanyayên petrolê jî hişyariyê didin ku ew nikarin berhemanînê tenê ji bo mehekê dest pê bikin û paşê dîsa rawestînin, ji ber ku ev yek ziyanê digihîne bîrên petrolê.
Yek ji astengiyên sereke jî êrişên dronan ên li ser kêlgehên petrolê ne, ku bûne sedema kêşeyên teknîkî. Her çend Bexdayê soz dabû ku sîstema parastinê ya dijî dronan dabîn bike, lê heta niha ti gav neavêtine. Hat zanîn ku Iraq di lîsteya kirîna van sîsteman a ji Amerîkayê de, li rêzên dawî ye û dê di demeke nêz de negihîje destê wan.
Her wiha hikûmeta Iraqê deynên kompanyayên biyanî yên li Herêma Kurdistanê hîna sax nekirine, ku ev wekî astengiyeke darayî ya mezin li pêşiya proseyê dimîne.
Niha ji 11 kompanyayên petrolê yên li Herêma Kurdistanê, 8an karên xwe rawestandine. Li gorî zanyariyên teknîkî, ger ev kompanya sibe dest bi kar bikin, şiyana wan heye ku rojane di navbera 160 hezar heta 170 hezar bermîl petrol berhem bînin.