Festîvala Kincên Çandî yên Kurdî çû di Pirtûka Guinnessê de
Navenda Nûçeyan (K24) - Festîvala Kincên Çandî yên Kurdî li bajarê Hewlêrê bi serkeftineka dîrokî bi dawî hat. Rêxistina "Kurdistan Foundation"ê karî zêdetirî hezar kesan bi kincên resen ên Kurdî ve kom bike û bi vê yekê jî navê Kurdistanê bi rengekê fermî çû di Pirtûka Rekordên Cîhanî ya Guinnessê de, bo mezintirîn kombûna mirovî bi kincên neteweyî.
Bajarê Hewlêrê îro (Çarşem, 24ê Hezîrana 2026ê) bû şanoya rûdaneka neteweyî ya bêwêne. Çalakiyên festîvalê saet 5:00 ê êvarê li qada dervayî Navenda Gencan (Ciwanan) hat destpêkirin, ku tê de bi hezaran ciwan ji seranserî Kurdistanê bi kincên rengîn û resen ên deverên cuda cuda amade bûn.
Piştî çend saetan ji tomarkirina navan û pişkinîna hûr ji aliyê nûnerên navdewletî yên pirtûka Guinnessê ve, saet 8:00 ê şevê bernameya serekî ya ser steycê hat destpêkirin. Paşê di saet 8:40 ê şevê de, encama dawiyê hat ragihandin û bi rengekê fermî şikandina rekorda berê û tomarkirina jimareyeka pêvaneyî ya nû bi navê Kurdistanê hat ragihandin, ku bû sedema coşeka mezin di nav kesên amadebûyî de.
Rêxistina "Kurdistan Foundation"ê ragihand ku ev serkeftin tenê şikandina rekordekê nîne, belkî peyameka bîhêz bû bo parastina mîratê neteweyî û nîşandana yekrêziya civakî bo cîhanê. Armanca serekî ya vê festîvalê, ku îlhambexşîn bû bo nifşê nû daku şanaziyê bi nasnameya xwe bikin, bi tevahî bi cih hat.