Ji ber sivkatîkirina bi Şêx Seîdê Pîran; Umît Ozdag hat cezakirin
Navenda Nûçeyan (K24) - Dadgeheka Tirkiyeyê, bi tohmeta "sivkatîkirina bi dîroka Şêx Seîdê Pîran", biryara cezakirinê li ser Serokê Partiya Zaferê Umît Ozdag sepand û di dema ragehandina biryarê de jî li nav avahiyê dadgehê alozî derketin.
Dadgeha Tawanan a "Xinus"ê li parêzgeha Erzeromê îro (Çarşem, 24ê Hezîrana 2026ê) di derheqa dosyaya sivkatîkirina bi Şêx Seîdê Pîran bi rêya torên civakî, biryara xwe ya dawiyê li ser Umît Ozdag da û ew bi 8 hezar û 700 lîreyên Tirkiyeyî ceza kir, lê dadgehê biryara "paşxistina bicihanîna hukmî" derxist.
Aloziya li nav dadgehê û helwesta Ozdag
Piştî ragehandina biryara dadgehê, di navbera alîgirên Ozdag û komeka welatiyan de, ku tê gotin xizm û kesûkarên Şêx Seîd in, li nav hol û korîdorên dadgehê alozî û pevçûn çê bû. Wê komê bi dirûşmên "Umîtê Faşîst" nerazîbûna xwe li dijî serokê Partiya Zaferê nîşand da.
Umît Ozdag jî ji aliyê xwe ve li pêşberî avahiyê dadgehê daxuyaniyek da û ragehand ku ew dê tanê (îtiraz) li vê biryarê bidin û dê vê dosyeyê bibin dadgeha têhelçûnê. Ozdag herwesa got: "Ev ne cezayê li ser min e, belkî ceza ye li ser Dewleta Komara Tirkiyeyê. Em dê li ser helwesta xwe ya li beranberî wê serhildanê ku li dijî komarê hatibû kirin berdewam bin."
Serokê Partiya Zaferê tekez jî kir ku ev biryara dadgehê nayê qebûlkirin, ji ber ku bi gotina wî "dadgehê wesa hisêb kiriye ku Şêx Seîd xwediyê bîranînekê ye ku hêjayî rêzlêgirtinê be, lê em vê yekê napejirînin û Şêx Seîd di wî cihê dîrokî de dibînin ê ku ew bi xwe tê de ye."
Ev biryara dadgehê piştî wê yekê tê ku berî niha Umît Ozdag li ser hesabên xwe yên torên civakî êrîş kiribû ser kesatî û dîroka Şêx Seîdê Pîran, ku ev yek bûbû sedema nerazîbûneka mezin li Bakurê Kurdistanê û navxweya Tirkiyeyê.
Şêx Seîdê Pîran di sala 1865an de li devera Paloyê bûye û yek ji şêxên bilind ên terîqeta Nexşebendî bû. Piştî wexera kalê wî yê Şêx Elî, bavê wî berê xwe dabû bajarê Xinisê û Şêx Seîd xwendina xwe ya dînî li wê derê qedandibû. Pêgeha wî ya civakî, zîrekî û dewlemendiya wî bûn sedem ku Komelaya Serxwebûnê peywendiyeka rasterast û xurt li gel wî ava bike.
Di zivistana 1923 û 1924an de, serokeşîr û endamên çalak ên Komelaya Serxwebûnê civîneka berfireh li devera Paloyê li dar xist, bo amadekariya serhildaneka neteweyî û gihîştina bi serxwebûna Kurdistanê. Piştre di sala 1925ê de, piştî tepeserkirina şoreşê ji aliyê dewleta Tirkiyeyê ve, Şêx Seîd û hevalên wî li bajarê Diyarbekirê (Amed) hatin sêdaredan. Di dîroka nû ya kûltûrî û siyasî ya Kurdî de, Şêx Seîd wekî sembola berxwedan û nasnameya neteweyî tê naskirin.