Iraq: Ji bo hinardekirina petrola Kurdistanê ti astengî nemane
Navenda Nûçeyan (K24) – Berdevkê Wezareta Petrolê ya Iraqê û Berdevkê Hikûmeta Herêma Kurdistanê ragihandin, hemû astengiyên li pêşiya berhemanîn û hinardekirina petrola Kurdistanê hatine rakirin û kompanyayên navdewletî bi qonax vedigerin ser karên xwe.
Berdevkê Wezareta Petrolê ya Iraqê Selîm Rukabî îro 25ê Hezîrana 2026an ji Kurdistan24ê re ragihand: "Ji bo berhemanîn û hinardekirina petrola Herêma Kurdistanê ti pirsgirêkek nemaye. Em niha tenê li benda vegera hemû kompanyayan ne ku dest bi karên xwe yên li zeviyên petrolê bikin."
Ji aliyê xwe ve, Berdevkê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Pêşewa Hewramanî diyar kir, kompanyayên navdewletî bi qonax dest bi berhemanînê dikin. Hewramanî destnîşan kir ku sedema derengmayîna hinek kompanyayan, nûjenkirina wan zeviyên petrolê bû ku berê di encama êrişan de ziyan dîtibûn.
Pêşewa Hewramanî xişteya vegera kompanyayan bi vî awayî aşkere kir:
- Kompanyaya HKN: Niha rojane 7 hezar bermîl petrol berhem tîne û biryar e roja 28ê Hezîranê li zeviya Atrûşê dest bi kar bike.
- Kompanyaya Gulf Keystone: Li zeviya Şêxanê dest bi berhemanînê kiriye.
- Kompanyaya DNO: Sibe li zeviyên Tawke û Fîşxabûrê dest bi karên xwe dike.
- Kompanyaya Hunt Oil: Di 8ê Tîrmehê de vedigere ser karê xwe.
Hewramanî di dawiyê de da zanîn, ji ber ziyanên êrişên berê, amadekariyên teknîkî û nûjenkirina binesaziya zeviyan hinek dem xwastiye, lê niha pêvajo ber bi asayîbûnê ve diçe.