Wezareta Darayî: Bexdayê di 7 salan de tenê %42 ji para Kurdistanê şandiye

Navenda Nûçeyan (K24) – Wezareta Darayî û Aborî ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê ragihand, Hikûmeta Federal a Iraqê di 7 salên dawî de, zêdetirî 48 trîlyon dînar ji mafên darayî yên Herêma Kurdistanê biriye û tenê %42ê para Herêmê şandiye.

Li gorî rapora nû ya Wezareta Darayî ya derbarê çalakî û çaksaziyên salên 2019-2025an de, amarên hûr yên derbarê budçeyê de hatin Aşkere kirin. Di raporê de hat diyarkirin ku di dema ku para Herêma Kurdistanê ya ji budçeya giştî (piştî derxistina lêçûnên serwerî û hakîmê) zêdetirî 79 trîlyon dînar bûye, Bexdayê tenê 33 trîlyon dînar şandiye.

Amarên wezaretê nîşan didin ku Hikûmeta Federal zêdetirî 48 trîlyon dînar ji şayisteyên darayî yên Herêma Kurdistanê kêm kiriye. Ev birîn bûye sedema krîzên darayî û astengiyan li pêşiya dabeşkirina mûçeyan.

Di beşeke din a raporê de hat destnîşan kirin, 33 trîlyon dînarên ku hatine şandin, tenê ji bo mûçeyên karmendan hatine xerckirin. Wezaretê herwiha aşkere kir jî, di van 7 salan de, Bexdayê ti pere ji bo lêçûnên birêvebirinê û projeyên veberhênanê li Herêma Kurdistanê neşandiye.