Rêbwar Babkeyî: Bizava nehêlana qewareya Kurdistanê ji xiyaneta niştimanî mezintir e
Navenda Nûçeyan (K24) - Berpirsê berê yê Liqa 10ê ya PDKê ragihand ku qewareya Herêma Kurdistanê berhema xwîna bi hezaran şehîdan û hêsirên dayikan e û ne milkê çi kes û aliyan e. Wî tekez jî kir ku bizava nehêlana vê qewareyê ji xiyaneta niştimanî mezintir e.
Berpirsê berê yê Liqa 10ê ya Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) Rêbwar Babkeyî îro (Pêncşem, 25ê Hezîrana 2026ê) ji Kurdistan24ê re ragihand: "Ev qeware bi xwîna bi hezaran şehîdan û hêsirên dayikên şehîdan hatiye avakirin, ev qeware bi pişkên diziyê yên Chavy Landê çê nebûye."
Bersivdana daxuyaniyên Şaswar Ebdulwahid
Di derheqa gotinên duhî yên Serokê Tevgera Nifşê Nû Şaswar Ebdulwahid de, Rêbwar Babkeyî got: "Girêyeka kûr a derûnî ya vî mirovî li beranberî vê qewareyê heye û ew kesekî bazirgan e. Qewareya Herêma Kurdistanê ne ya Şaswar Ebdulwahid û Bafil Talebanî ye, nabe YNKyî vê yekê ji Şaswar Ebdulwahid qebûl bikin."
Babkeyî amaje bi wê yekê jî kir ku Şaswar hemî hêlên sor binpê kirine û got: "Divê li gorî Qanûna Berhingarbûna Terorê ya Hejmar 3 ya Sala 2006ê serederî ligel wî bê kirin, ji ber ku ev daxuyanî di çarçoveya tirsandinê de ye."
Wî herwisa diyar kir ku nehêlana Herêma Kurdistanê ji xiyaneta niştimanî û binpêkirina hemî hêlên sor mezintir e, û di hemî sîstemên hukmdariyê de ax û kiyan li cem gelan pîroz in.