Îsraîl: Vekişîna me ji Libnanê girêdayî bêçekkirin Hizbullahê ye
Navenda Nûçeyan (K24) - Hikûmeta Îsraîlê ragihand ku hêzên welatê wê ji başûrê Libnanê venakişin heta wê dema ku Hizbullah bi tevahî tê bêçekkirin. Ev daxuyandina Îsraîlê di demekê de ye ku Waşinton navbeynkariya danûstandinên xurt di navbera her du aliyan de dike.
Berdevkê) Hikûmeta Îsraîlê David Mencer îro (Pêncşem, 25ê Hezîrana 2026ê) di konfranseka rojnamevanî de got: "Heta wê dema ku Hizbullah wekî gef bimîne û çek û şiyanên wê yên serbazî jê neyên standin, em hêzên xwe ji başûrê Libnanê venakişin."
Ev daxuyanî piştî wê yekê hat ku berpirsên bilind ên Îsraîl û Libnanê her paşvekişandineka artêşa Îsraîlê ji devera veqetandî ya başûrê Libnanê red kiribû.
Pêşniyara Amerîkayê û avakirina herêma ceribandinê
Ev pêşhat jî piştî daxuyaniyên berpirsekî Amerîkayî hat, ku tê de behsa wê yekê kiribû ku Îsraîlê wek nîşandana “niyeta paqij” li beranberî hikûmeta Libnanê, ji pişkeka deverên veqetandî vekişiyaye û divê artêşa Libnanê biçe cihê wan.
Niha, her du alî pêşniyareka Amerîkayê nîqaş dikin, ku tê de hêzên Îsraîlê wan deverên ku di dema şerê Hizbullahê de kontrol kiribûn, bidin destê artêşa Libnanê. Ev pêşniyara, ku wekî çêkirina "devera ceribandinê" tê naskirin, li ser maseya danûstandinan e, lê di eynî demê de ji ber bizavên Îranê bo paralelkirina pirsa Libnanê ligel danûstandinên xwe yên taybet li gel Waşintonê, ev pêvajo hinekî sist bûye.