Libnan, Îsraîl û Amerîkayê lihevkirineka sêalî îmze kir
Navenda Nûçeyan (K24) - Bi navbeynkariya Amerîkayê, Îsraîl û Libnanê lihevkirineka çarçoveyî ya sêalî bo pêkanîna aştiyê îmze kir. Li gorî wê lihevkirinê, artêşa Îsraîlê ji herêmên diyarkirî vedikişe û artêşa Libnanê cihê wê digire, herwisa her du alî li ser nehiştina hejmoniya Îranê û bêçekkirina Hizbullahê li hev kiriye.
Di merasîmeka fermî de li Waşintonê, nûnerên Libnanê û Îsraîlê îro (Înî, 26ê Hezîrana 2026ê) bi navbeynkariya Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê lihevkirineka çarçoveyî ya sêalî îmze kirin. Armanca serekî ya vê lihevkirinê danana nexşerêyekê ye, ku li dawiyê bibe sedema îmzakirina peymannameyeka tevgir a aştiyê di navbera her du aliyan de.
Wezîrê Derve yê Amerîkayê Marco Rubio, ku serperiştiya merasîmê îmzekirinê dikir, ragihand: "Em pir dilxweş in ku gihîştina bi lihevkirineka çarçoveyî di navbera hikûmeta Libnanê û hikûmeta Îsraîlê de radigehînin, ku bi navbeynkarî û piştgiriya tam a Amerîkayê pêk hatiye. Ev destpêka avakirina çarçoveyekê ye, bo peydakirina aştî û ewlehiya berdewam li deverê."
Bałyozê Libnanê li Waşintonê di dema îmzekirinê de ragihand: "Civîn dirêj û têr û tejî bûn, em spasiya aliyê mêvandar dikin." Balyozê Îsraîlê li Waşintonê got: "Îran û wekîlên wê daxwaza wêrankariyê dikin, di demekê de ku ew dixwazin aştiyeke rastîn di navbera Îsraîl û Libnanê de peyda bikin."
Herwesa Parlamenterê Libnanê Mark Zû di daxuyaniyekê de ji Kurdistan24ê re ragihand ku hikûmeta Libnanê û Îsraîlê bi navbeynkariya Amerîkayê piştî çar rojan ji danûstandinên têr û tejî gihîştin lihevkirinê û lihevkirin hat îmzekirin. Li gorî naveroka wê lihevkirinê, Îsraîl ji deverên diyarkirî vedikişe, herwisa heta niha naveroka wê negihîştiye destê parlamenteran.
Herwesa Parlamenterê Libnanê Fadî Kerem jî ji bo Kurdistan24ê hêvî xwest ku ev lihevkirin bibe sedema vegera tenahiyê bo Libnanê, lê li ser hikûmeta Îsraîlê pêdivî ye ku pabendbûnên xwe yên li beranberî xalên lihevkirinê bi cih bîne û herwisa artêşa Libnanê jî divê erkê xwe bi cih bîne û şer bi dawî bîne.
Li gorî naveroka wê lihevkirinê, artêşa Libnanê diçe nav du deveran, piştî vekişîna artêşa Îsraîlê ji wan du deveran. Her du alî li ser awayê rûbirûbûna şiyanên Hizbullaha Libnanî li hev kiriye. Danûstandin li ser sînorên bejahiyê jî dê berdewam bin, herwisa Îsraîl li Başûrê Libnanê dimîne heta wê demê ku Hizbullah tê bêçekkirin. Herwesa armanca her du aliyan nehiştina hejmoniya Îranê li ser Libnanê ye.