Rêveberiya Madeyên Hişber planeka berfireh li Kurdistanê ragihand
Navenda Nûçeyan (K24) - Rêveberiya Giştî ya Nehiştina Madeyên Hişber li Herêma Kurdistanê ragihand ku tevî helmetên wan ên berdewam bo girtina bazirgan û bikarîneran, planeka berfireh bo hişyarkirina civakê û çavdêrîkirina bazarê daye ber xwe. Amaje jî da ku ev bizav bi merema parastina civakê û kêmkirina bandorên neyînî yên madeyên hişber tê kirin.
Di çarçoveya helmetên hişyarkirinê de, Rêveberiya Giştî ya Nehiştina Madeyên Hişber li Herêma Kurdistanê gelek semîner li navendên xwandinê û dezgehên fermî û yên nefermî birêve birine. Di warê meydanî de jî, zêdetir ji 460 posterên hişyariyê, ku zirarên laşî yên madeyên hişber ron dikin, li cihên giştî hatine daliqandin, û 16.000 broşûrên agahdariyê li ser welatiyan hatine parvekirin. Herwesa bi hevahengiya ligel mamostayên olî, mînberên mizgeftan di rojên Înî de bo hişyarkirina xelkê hatine bikaranîn.
Kontrolkirina dermanxane, kafeterya û kompanyayan
Rêveberiya navborî diyar jî kir ku lijneyên hevpar bo serdanên berdewam bo kafeterya, xwaringeh û dermanxaneyan hatine avakiririn. Di vê çarçoveyê de, rênimayî bi zêdetir ji 1.600 norîngeh, dermanxane û kompanyayên dermanan hatine dan û soznameyên pabendbûnê ji wan hatine wergirtin ka dê çawa serederiyê ligel dermanên pizîşkî yên kontrolkirî bikin. Herwisa, zêdetir ji 110 kompanyayên anîn û veguhastina kelûpelan sozname îmze kirine daku nebin sedema veguhastina madeyên hişber.
Di warê ewlehiyê de, wê rêveberiyê eşkere kir ku wan gelek çalakiyên hevpar ligel Rêveberiya Nehiştina Madeyên Hişber a Hikûmeta Federal (Bexda) kirine, ku bûye sedema hilweşandina gelek torên bazirganiyê yên metirsîdar û girtina hejmareka bazirganên navdewletî li derveyî welat.
Amara qurbaniyan a sala 2025ê
Li gorî wan amarên Rêveberiya Nehiştina Madeyên Hişber ên ku bi dest K24ê keftine, texa ciwanan di navbera jiyên 18 heta 40 saliyê de, amanca serekî ya bazirganên madeyên hişber in. Amar eşkere dikin ku 80% ji wan kesên ku di sala 2025ê de hatine girtin di wî jîyî de ne, herwesa jin jî ji vê xeteriyê bêpar nînin û 4% ji girtiyên sala borî jin bûn.