Waşinton bi bihayê 700 milyon dolaran motorên balafirên şer difiroşe Tirkiyeyê

Navenda Nûçeyan (K24) - Îdareya Amerîkayê plan dike ku bi bihayê 700 milyon dolaran motorên balafirên şer bifiroşe Tirkiyeyê. Ev pêngav wekî nîşaneka siyasî ya giring li beranberî Enqereyê tê dîtin berî birêveçûna lûtkeya NATOyê, di demekê de ku Kongresê tenê 15 roj bo biryardana li ser astengkirin an derbazkirina vê peymanê hene.

Ajansa "Reuters"ê belav kiriye ku îdareya Waşintonê plan dike bi bihayê 700 milyon dolaran motorên balafirên şer bifiroşe Tirkiyeyê. Hatî ragihandin ku behsa bi dehan motoran tê kirin û niha Kongresa Amerîkayê 15 roj hene ku ger nerazî be, rê li ber bicihanîna vê peymanê bigire.

Reutersê eşkere jî kiriye ku radestkirina van motoran dê bibe "amajeyeka giring" bo Enqereyê, bi taybetî ku biryar e di destpêka Tîrmeha bê de lûtkeya NATOyê li wê derê bê lidarxistin.

Ev motor ji aliyê kompanyaya naskirî ya Amerîkayî "General Electric"ê ve hatine berhemhanîn û dê bo balafirên şer ên "KAAN"ê yên nifşê pêncê bên terxankirin, ku Tirkiye niha giringiyê pê dide. Balafira “KAAN”ê wekî alternatîfeka navxweyî ya Tirkiyeyê bo balafirên "F-35" ên Amerîkayî tê dîtin, piştî ku Waşintonê Enqere ji bernameya wê balafira pêşkeftî dûr xistibû (ji ber kirîna sîstema S-400 a Rûsyayî).

Pêşxistina balafirên şer ên "KAAN"ê li Tirkiyeyê ji sala 2017ê ve di çarçoveya bernameya niştimanî ya balafirên şer de hatiye destpêkirin, û biryar e di sala 2028ê de hilberandina wê ya bikom bê destpêkirin.

Berî niha berpirsên Tirkiyeyê ragehandibû ku balafira "KAAN"ê di warê jêhatin û şiyanên şer ve de bi pêş balafirên "F-35" dikeve û di paşerojê de dê bibe cîgira balafirên "F-16", ku niha di nav hêza esmanî ya Tirkiyeyê de di xizmetê de ne.