IAEA: Çavdêrên me serdana westgehên uranyumê yên Îranê dikin
Navenda Nûçeyan (K24) - Rêveberê Giştî yê Ajansa Navdewletî ya Enerjiya Atomî (IAEA) ragihand ku di çarçoveya hevfêmkirinên navbera Tehran û Waşintonê de, çavdêrên wê ajansê dê di demeka nêzîk de serdana westgehên pîtandina uranyumê li Îranê bikin. Grossi diyar kir jî ku bijardeya "helandinê" bo kêmkirina xestiya uranyumê li ser maseya danûstandinan e.
Rêveberê Giştî yê Ajansa Navdewletî ya Enerjiya Atomî (IAEA) Rafael Grossi ragihand ku endamên pişkinînê yên wê ajansê di demeka nêzîk de dest bi serdanên xwe bo navendên pîtandina uranyumê li Îranê dikin, ku ev yek wekî pişkek ji yadaşta hevfêmkirinê ya navbera Tehran û Waşintonê tê hesibandin.
Grossi amaje bi wê yekê jî kir ku rêkxistinên teknîkî yên girêdayî karên wê ajansê li Îranê, di nav de avakirina lijneya hevahengiyê û destnîşankirina dema serdanan, bi rêya wan danûstandinên niha yên di navbera Tehran û Waşintonê de tên yekalîkirin. Wî herwisa got: "Çûna şarezayên ajansê bo navendên atomî yên Îranê tenê meseleya demê ye."
Rêveberê Ajansa Atomê ron jî kir ku dezgeha wan bo bicihanîna arola xwe ya teknîkî li navxweya Îranê amade ye. Wî eşkere jî kir ku mîkanîzma serederîkirina li gel embarên uranyuma zengînkirî ya Îranê jî di nav wê lihevkirinê de ye, ku yek ji wan bijardeya "helandinê" ye daku xestiya wê di bin çavdêriya rasterast a ajansê de bê kêmkirin.
Di derheqa embarên atomî yên Îranê de jî, Grossi got: "Ajans di wê baweriyê de ye ku keresteyên atomî yên Îranê, piştî serdana dawiyê ya çavdêriyê ku di sala 2025ê de hatibû kirin, nehatine veguhastin; lê divê ev zanyar bi rengekê meydanî bên piştrastkirin."
Ev pêşhat di demekê de ne ku danûstandin li ser mîkanîzma çavdêriya atomî di çarçoveya hevfêmkirinên Tehran û Waşintonê de berdewam in, lê di eynî demê de cudahiya dîtinan jî li ser dem û şertên vegeriyana endamên pişkinînê bo cihên hestyar li navxweya Îranê heye.