Ewropayê pileya germê ya herî bilind di dîrokê de tomar kir

Navenda Nûçeyan (K24) – Rêxistina navdewletî ya keşûhewayê "World Weather Attribution" ragihand, pêla germê ya ku niha welatên Ewropayê girtiye, di dîroka keşnasiyê ya vê parzemînê de ya herî bihêz e û hemû rekorên berê şikandine. Zanyar sedema vê karesatê ji bo guherîna keşûhewayê ya bi destê mirovan vedigerînin.

Li gorî raporê, germiya li welatên wekî Fransa, Almanya, Îtalya, Îspanya û başûrê Brîtanyayê 5 heta 12 pileyan ji asta asayî ya salane bilindtir bûye. Zanyaran eşkere kir, rûdana pêleke bi vî rengî di meha Hezîranê de, berî 50 salan wekî "nepêkan" dihat dîtin, lê ji ber çalakiyên mirovan û germbûna gerdûnî, metirsiya rûdana van diyardeyan 100 caran zêdetir bûye.

Li Almanyayê, li parêzgeha Saarlandê rekora dîrokî ya germê bi 41.3 pileyan hat şikandin. Li Îspanyayê rewş hîn girantir e; tenê di çar rojan de zêdetirî 200 kesî ji ber germê jiyana xwe ji dest dane. Li gorî daneyan, niha li seranserê Ewropayê 150 milyon mirov rasterast di bin bandora vê pêla germê de ne.

Ji ber germê, rayedaran li gelek welatan "hişyariya sor" ragihandine. Li Brîtanya û Fransayê dibistan û navendên çandî hatin girtin, qutbûna elektrîkê rû da û çalakiyên cemawerî hatin qedexekirin. Zanyar balê dikişînin ser "fişara germê", ku tê de laşê mirov nikare bi riya xwêdanê xwe hênik bike, ev jî metirsiyeke mezin li ser tendurustiyê ava dike.

Tê pêşbînîkirin ku ji îro şemiyê ve ev pêla germê bigihîje herêma Balkanê. Li welatên wekî Sirbistan, Makedonyaya Bakur, Bosna û Montenegro tê payîn ku pileya germê bigihîje 39an. Li paytextê Sirbistanê, Belgradê, tê çaverêkirin ku rekora sala 2021an were şikandin.