Rûsya û Ukraynayê 320 dîlên şer azad kirin
Navenda Nûçeyan (K24) – Bi navbeynkariya Îmarata Erebî, Rûsya û Ukraynayê 320 dîlên şer bi hev guhertin. Di vê çarçoveyê de her aliyekî 160 dîlên hevdu azad kirin.
Wezareta Derve ya Îmaratê di daxuyaniyekê de ragihand, bi hewildanên wan, Ukraynayê 160 dîlên Rûs û Rûsyayê jî di beramber de 160 dîlên Ukraynî azad kirine.
Li gorî zanyariyên Wezareta Derve ya Îmaratê, ji destpêka şerê Rûsya û Ukraynayê (Sibat 2022) heta niha, bi navbeynkariya wan bi giştî 7 hezar û 791 dîl hatine azadkirin. Ev proseya dawî jî, dibe 25emîn hewildana navbeynkariyê ya serkeftî ku ji aliyê Îmaratê ve hatiye kirin.
Serokê Ukraynayê Volodîmîr Zelenskî kêfxweşiya xwe ji bo vegera leşkeran anî ziman û diyar kir, ew leşkerên Ukraynî yên ku hatine berdan, ji sala 2022an ve di destê Rûsyayê de dîl bûn.
Ji aliyê din ve, rayedarên Moskoyê ragihandin ku leşkerên Rûs ên hatine azadkirin, ji bo kontrola tenduristiyê û wergirtina dermankirina pêwîst hatine veguhastin bo welatê Belarûsê.
Îmaratê destnîşan kir, ew ê hewildanên xwe yên dîplomatîk bidomînin, da ku çareseriyeke aştiyane ji bo qeyrana navbera herdu welatan were dîtin, tevî ku zêdetirî çar sal in şer bi hemû dijwariya xwe berdewam dike.