Li Silêmaniyê 'Rojên Gîtara Flamenko' tên lidarxistin
Navenda Nûçeyan (K24) – Di çarçoveya çalakiyên çandî û hunerî de, Galerî Aram bi hevkariya grûpa "Suli Flamenco" li bajarê Silêmaniyê konserteke taybet a bi navê "Rojên Gîtara Flamenko" lidar dixe. Di konsertê de 16 hunermendên Kurd dê şahkarên muzîka flamenkoyê ya cîhanî pêşkêş bikin.
Li Silêmaniyê, îro 27ê Hezîranê, muzîka flamenkoyê ya Spanî û rîtmên Endelûsî bi tiliyên hunermendên Kurd deng vedidin. Serperiştê Konsertê Saman Kerîm diyar kir, ev çalakî ne tenê konsertek e, lê belê "gaveke stratejîk e bo dewlemendkirina tevgera hunerî li Kurdistanê."
Saman Kerîm derbarê giringiya vê projeyê de ragihand, ew dixwazin bi rêya vê konsertê guhdarên Kurd bi şêwazên muzîka cîhanî re bidin naskirin. Kerîm wiha got: "Ev konsert pireke çandî ya xurt di navbera afirandina navxweyî û cîhanî de ava dike û sînorên hunerî fireh dike."
Bernameya konsertê gelekî dewlemend e û teknîkên dibistanên herî mezin ên flamenkoyê li xwe digire. Muzîkjen dê berhemên navdar ên Sabicas (Malaguena û Farruca), Paco Pena (Solea, Cancion û Alegrias), Juan Martin (Rumba û Zambra Mora) û şahkara Francisco Tarrega (Alhambra) pêşkêş bikin. Her wiha dê berhema "Bulerias" ya muzîkjenê mezin Paco de Lucia û "Tangos" a Moraito Chico jî werin lîstin.
Ev çalakî wekî werçerxaneke hunerî li Silêmaniyê tê dîtin ku tê de 16 gîtarjenên Kurd bi hev re hunera xwe pêşkêş dikin û nîşan didin ku muzîka flamenkoyê li Kurdistanê xwedî pêgehekî taybet e.