Wezîrê Çandê yê Sûriyê: Hunermendên ku pesnê Esed dane heta lêborînê nexwazin qedexekirî ne
Navenda Nûçeyan (K24) – Wezîrê Çandê yê Sûriyê Mihemed Yasîn Salih ragihand, her hunermendekî ku berê stran ji bo rejîma Beşar Esed gotibe an pesnê wî dabe, dê ji derketina ser dikên şano û saziyên çandî yên dewletê were qedexekirin, heta ku bi fermî ji gelê Sûriyê lêborînê nexwaze.
Salih di daxuyaniyekê de destnîşan kir, qonaxa nû ya li welat "pîvanên exlaqî û çandî yên cuda" ferz dike. Her wiha tekez kir ku kesên ku di dema borî de li gel rejîmê sekinîne, bêyî li helwestên xwe venegerin û lêborînê ji gel nexwazin, nikarin vegerin ser dikên hunerî.
Ev biryara Wezareta Çandê piştî hilweşandina konserta hunermend Şadî Cemîl hat ku dihat çaverêkirin li Malbenda Operayê ya Şamê bihata lidarxistin.
Ev pêngava wezaretê careke din mijara beşdarbûna hunermendên ku navên wan bi piştgiriya rejîma berê ve hatine girêdan, xist rojevê. Di nav civaka Sûriyê de dabeşbûnek heye; beşek daxwaza qedexekirina wan dike û beşek jî dibêje ku divê huner ji siyasetê were cudakirin. Lê belê, wezaret bi vê biryarê nîşan dide ku "lêborîna ji gel" mercê sereke ye ji bo vegera wan hunermendan bo qada giştî.