Li Kerkûkê cudakarî di wergirtina genim de: Ked û berhema cotkarên Kurd tê talankirin

Navenda Nûçeyan (K24) – Tevî ku 27 roj in li parêzgeha Kerkûkê pêvajoya wergirtina genim li sayloyan dest pê kiriye, lê cotkarên Kurd û beşek ji cotkarên Turkmen bi cudakariyeke aşkere re rûbirû ne. Wezareta Bazirganî ya Iraqê genimê van cotkaran bi bihayekî ku %29 ji nirxê fermî kêmtir e, werdigere.

Li gorî zanyariyên peyamnêrêa Kurdistan24ê li Kerkûkê, ji 1ê Hezîranê ve heta niha zêdetirî 250 hezar ton genim di çarçoveya "plana çandiniyê" de bi bihayê 700 hezar dînar (ji bo her tonekê) hatiye wergirtin. Lê belê, ev plan bi piranî cotkarên Ereb ên li herêmên Hawîce, Zab û Riyazê li xwe digire. Di beramber de, piraniya zeviyên cotkarên Kurd ên li herêmên wekî Topzawa, Sergeran, Daqûq û Dubizê li derveyî vê planê hatine hiştin.

Ji ber ku zeviyên Kurdan di plana fermî de nînin, wezaretê biryar daye ku ji sibe yekşemê ve genimê wan wekî "li derveyî planê" bi 500 hezar dînarî werbigire. Ev tê wê wateyê ku cotkarên Kurd ji bo her tonekê 200 hezar dînar ziyanê dikin. Ev di demekê de ye ku cotkarên Kurd %50yê berhema genimê Kerkûkê (ku nêzîkî milyon tonek e) dabîn dikin.

Nûnerê cotkarên Kurd li Kerkûkê Mihemed Emîn ji Kurdistan24ê re diyar kir, ev neheqî encama cîbicînekirina biryarên parlamentoyê ye. Tevî ku di sala 2025an de parlamentoya Iraqê biryarên serdema Beisê yên derbarê dagirkirina zeviyên Kurd û Turkmenan de hilweşandine, lê Encûmena Wezîran heta niha rêwerzên cîbicîkirinê dernexistine. Ji ber vê yekê, mafê xwedîtiya zêdetirî mîlyon donim zevî di rewşeke nediyar de ye û cotkar nikarin navên xwe di plana fermî ya dewletê de tomar bikin.

Ji piştî rûdanên 16ê Cotmeha 2017an ve, cotkarên Kurd li Kerkûkê di bin fişara leşkerî û gefên "Erebên Hawirde" de zeviyên xwe diçînin. Mihemed Emîn bal kişand ser wê yekê ku ji mîlyon donim zeviyên dagirkirî, tenê xwedîtiya 47 gundan hatiye çareserkirin, lê yên din hîn jî bêpar in. Ev yek cotkaran neçar dike ku berhema xwe bi bihayekî pir erzan di bazarê de (300-350 hezar dînar) bifroşin û keda wan a salekê pûç bibe.