Ji gundê Zewra heta lûtkeya cîhanê: Çîroka serkeftina Denîz Undav

Diyarbekir (K24) – Yarîzanê kurd ê tîma neteweyî ya Almaynayayê Denîz Undav di mondîala kupaya cîhanê de bi golên xwe di asta navneteweyî de deng vedaye û bo kurdên seranserê cîhanê bûye cihê serbilindiyê. Denîz Undavê ku eslê xwe ji gundê Zewra ya Wêranşar a Ruhaya Bakurê Kurdistanê ye li bajarê xwe jî bi heskirinek mezin tê şopandin û xelkê wêranşarê çaverê ye ku rojekê Denîz Undav rojekê serdana axa bav û kale xwe jî bike.

Denîz Undav, wek stêrkekê din qada navneteweyî de dibiriqe û di mondîala kupaya cîhanê de yek ji yarîzanên derdikeve pêş e. Ev stêrkê futbola cîhanê eslê xwe ji gundê Zewra ya Wêranşar a Ruhayê Ya Bakurê Kurdistanê ye ku bapîrê wî Eyyê Delef di sala 1987an de koçî Almanyayê kiriye û Denîz Undav jî li wê derê hatiye dine. Malbata Denîz Undav dibêje, Denîz ji zaroktiya xwe ve ji futbolê hez dikir û di vî warî de serkeftî bû jî û didin zanîn ku ew bi serkeftina Denîz Undav gelek keyfxweş in û serbilind in ku Denîz Undav di qada navneteweyî de di heman demê de nunertiya kurdan jî dike.

Mamê Denîz Undav Kato Undav ji Kurdistan24ê re got: “ma tiştek ji vê xweştir heye, îca em malbata wî ne ji me re serbilindî û xweşiyek mezintir e, ji bo êzîdîyan ji bo kurdan cihê serbilindiyê ye”

Malbata Denîz Undav û welatiyên Wêranşarê dibêjin, ew keyfxweş û serbilind in ku kesayetek wek Denîz Undav ji Wêranşarê derketiye û amaje dikin ku ew hêvî dikin Denîz Undav derbikeve fînala kupaya cîhanê û kupayê hilde.

Endama malbata Denîz Undav, Bezê Yildiz: “Endama Malbata Denîz Undav: Navê min bêzê ye, ji gundê zewra me, merwanî me, keça Eliyê Hina me, bûka ÎsIyê Îlo me, ji mala Miho Keleş im û Undav ji mala Miho Keleş e, Denîz kurê me ye em pê serbilind in û her maça wî temaşe dikim”

Welatî Tuncay Onkaş: “Em kurd bi Denîz serbilind in û divê hemû kurd lê xwedî derbikevin”

Welatî Abdulsamet Agaçli: “Ez ji Denîz Undav hez dikim û dixwazim wek wî bibim lîstikvan û di tîma wî de bilîzim”

Welatî Reşat Mehmetoglu: “Ez jî futbolîstê berê me em pê serbilind in”

Welatî Zekî Agaçli: “Ez dixwazim Denîz Undav were Wêranşarê em bi wî re govenda şewqo bilîzin”

Jin, zarok, mêr, ciwan ji biçuk heta mezinan Wêranşarî Denîz Undav dişopînin û daxwaza wan ew e ku Denîz Kupaya cîhanê hilde û paşê jî serdana Wêranşarê bike.