PDK ji aliyan re: Werin em pabendî rêçareyên ku li Parlamena Kurdistanê tên pesendkirin bin

Navenda Nûçeyan (K24) – Polîtburoya Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) peyameke arasteyî aliyên siyasî û daxwaz kir ku parlamen were aktîvkirin. PDK tekez dike ku divê parlamenter li nav hola parlamenê berpirsyariya gotûbêjeke berhemdar û dîtina rêçareyan bigirin ser milê xwe.

Polîtburoya PDKê îro 27ê Hezîrana 2026an, di daxuyaniyekê de bal kişand ser qonaxa piştî ragihandina encamên hilbijartinên xula 6an a Parlamena Kurdistanê û hewldanên ji bo rêkxistina saziyên şerî yên Herêma Kurdistanê.

Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku PDK ji berpirsyariya xwe ya li hember rewşa Herêma Kurdistanê, yekser piştî hilbijartinan dest bi hewldanên ji bo aktîvkirina saziyên yasayî kiriye. Li gorî daxuyaniyê, Serok Mesûd Barzanî û saziyên PDKê di vê çarçoveyê de bi gelek peyam, peywendî û gotûbêjên dualî û çendalî, çendîn senaryo û rêçareyên guncayî ji bo derbaskirina astengiyên li pêşiya hilbijartina Serokatiya Herêmê, aktîvkirina Parlamenê û pêkanîna kabîneya 10an a hikûmetê pêşkêş kirine.

Lê belê, PDK rexne li aliyên din girt û diyar kir ku heta niha "bersiveke erênî ya pêwîst ji aliyên beramber ve nehatiye dîtin."

Polîtburoya PDKê bal kişand ser rewşa aloz a navçeyê bi giştî û ya Herêma Kurdistanê bi taybetî û got: "Ev rewş berpirsyariyeke neteweyî, niştimanî û exlaqî dixe ser milê hemû aliyan, da ku rêçareyên bilez bibînin. Berdewamiya vê rewşê ziyanê dide Herêma Kurdistanê, ezmûn û destkeftiyên wê û di berjewendiya tu aliyekî de nîne."

PDKê di daxuyaniya xwe de daxwazeke fermî pêşkêş kir û ragihand ku ji ber ku hewldanên siyasî û şandeyên di navbera aliyan de ji bo veguhastina gotûbêjan ji "kolan û medyayê" ber bi "maseya gotûbêjê" bêmifa mane, êdî dem hatiye ku parlamen were aktîvkirin.

Di daxuyaniyê de hat gotin: "Bila hemû aliyên ku di parlamenê de cih digirin, çi xwedî kursiyên kêm bin çi zêde, kerem bikin parlamenê aktîv bikin. Bila parlamenter li nav hola parlamenê berpirsyariya gotûbêjeke berhemdar ji bo dîtina çareseriyan bigirin ser milê xwe."

PDK di dawiya daxuyaniya xwe de mercê serkeftina vê gavê jî wekî "pabendbûna hemû aliyan bi wan rêçare û biryarên ku di Parlamena Kurdistanê de tên girtin" nîşan da.