Îranê li baregehên Amerîkayê yên li Kuweyt û Behreynê da

Navenda Nûçeyan (K24) – Supaya Pasdaran a Îranê ragihand, wekî bersivekê ji bo êrişên Amerîkayê yên li ser xaka Îranê, wan li baregehên leşkerî yên Amerîkayê yên li Kuweyt û Behreynê xistiye. Pasdaran hişyarî da ku her êrişeke nû, dê bi bersiveke hîn tundtir were pêşwazîkirin.

Supaya Pasdaran îro 28ê Hezîrana 2026an di daxuyaniyekê de aşkere kir, wan "8 xal û binesaziyên giring ên artêşa Amerîkayê li baregeha 'Elî Salim' a li Kuweytê û 'Hêzên Deryayî yên Pêncem' a li bendera Selman a li Behreynê kirine armanc û ziyaneke mezin gihandine wan."

Supaya Pasdaran tekez kir, her êrişeke nû ya Amerîkayê, bi her hincetê be û heta li ser armancên ne giring be jî, dê bi tundî bersivê bidinê. 

Îran û Amerîka hevdu bi binpêkirina "Yadaştnameya Îslamabadê" tawanbar dikin ku hefteya borî li Pakistanê hatibû îmzekirin. Li gorî peymanê, diviyabû Îran ewlehiya derbasbûna keştiyên bazirganî li Tengava Hurmizê biparêze.

Lê belê, Supaya Pasdaran dibêje ku li gorî heman yadaştnameyê, rêkxistin û çavdêriya çûnûhatina keştiyan li Tengava Hurmizê ji erkê Îranê ye. Pasdaran ragihand, ji niha pê ve her keştiyek ku bixwaze di vê tengavê re derbas bibe, divê ji Îranê destûrê bistîne.