Li Wanê Konferansa Yekîtiya Neteweyî: "Ji siyaseta dewletê û siyaseta entegrasyonê re na"
Navenda Nûçeyan (K24) – Komîsyona Hewldana Konferansa Yekîtiya Neteweyî ya Bakurê Kurdistanê, piştî bajarên Qoser, Îzmîr û Ruhayê, konferansa xwe ya çaremîn li bajarê Wanê li dar xist. Di konferansê de hat destnîşankirin ku ew hem sîyaseta dewletê ya "yekperest" û hem jî sîyaseta "entegrasyona demokratîk" a aliyên din red dikin.
Konferans ji aliyê PÊLKURD, Partiya Sosyalîst a Kurdistanê (PSK), Partiya Welatparêzên Kurdistanê (PWK), Tevgera Vejînê ya Kurdistanê (VEJÎN) û kesayetên serbixwe ve duh 27ê Hezîranê hat organîzekirin. Civîn li Hola Konferansê ya Yilmaz Guney a Baroya Wanê bi beşdariya nûnerên partiyan, saziyên sivîl û rewşenbîran birêve çû.
Di konferansê de peyama sereke "Ji sîyaseta dewletê re jî, ji sîyaseta entegrasyona demokratîk re jî na" bû. Axaftvanan bal kişandin ser wê yekê ku dewleta Tirkiyeyê sed sal e sîyaseta "yek dewlet, yek milet, yek ziman" dimeşîne û mafên neteweyî yên gelê Kurd tune dihesibîne.
Her wiha rexneyên tund li xeta siyasî ya Ocalan, PKK û DEM Partiyê hatin girtin. Axaftvanan diyar kir ku sîyaseta "Komara Demokratîk" û "Entegrasyona Demokratîk" mafê statuya siyasî û mafê çarenivîsê yê miletê Kurd paşguh dike û ev rê nabe çareseriya pirsgirêka Kurdistanê.
Li gorî Buroya Ragehandinê ya PWKê:
Komîsyona Hewldana Konferansa Yekîtîya Neteweyî ya Bakurê Kurdistanê (PÊLKURD, PARTÎYA SOSYALÎST A KURDISTAN -PSK, PARTÎYA WELATPARÊZÊN KURDISTANÊ -PWK, TEVGERA VEJÎNÊ YA KURDISTANÊ -VEJÎN, KESAYETÎYÊN SERBIXWE YÊN KURDISTANÎ) piştî konferansên Qoser, Îzmîr, Ruhayê, roja 27.06.2026ê li bajarê Wanê, bi armanca yekîtîya neteweyî konferansa xwe ya çaremîn li dar xistin.
Konferans li Baroya Wanê, li Hola Konferansê ya Yimaz Guney hate li dar xistin.
Dîwana konferansê ji van kesayetan pêkhat: Serokê Teşkîlata Wanê ya PWKyê Husamettîn Acar, Serokê Teşkîlata Wanê ya PSKyê Tayyîp Kizilyildiz, li ser navê VEJÎNê Şehrîban Înan, li ser navê kesayetîyên serbixwe Sedat Dogan,
Di destpêka koferansê de ji bo şehîdên Kurdistanê deqîqeyekê rêz hate girtin. Husamettîn Acar bi kurdî, Tayyîp Kizilyildiz bi tirkî bi xêrhatina beşdaran kirin û her yekî di derbarê armanc û naveroka konferansê de kurte axaftinek kirin.
Paşê bi dore, Serokê Giştî yê PSKyê Bayram Bozyel, li ser navê kesayetîyên serbixwe Alî Oncû, rêvebirê PÊLKURDê Koroglu Karaaslan, nûnerê VEJÎNê Mustafa Dilsoz, Serokê Giştî yê PWKyê Mustafa Ozçelîk axivîn.
Her pênc axaftvanan jî, bal kişandin ser girîngî û pêwîstîya tifaqekek neteweyî li Bakurê Kurdistanê.
Her pênc axaftvanan jî gotin ‘’Ji siyaseta Dewleta Tirkîyeyê ya ya ku sed sal e li ser hişmendîya yek dewlet, yek welat, yek milet, yek, al, yek al, yek ziman’ tê meşandin re û ji sîyaseta cimhurîyeta demokratik, entegrasyona demokratik re na’’.
Di axaftinên her pênc axaftvavanan de dîyar bû ku her pênc axaftvan jî ji bo li ser prensîban ava kirina tifaqeke neteweyî, kurdistanî ku ji partî û tevgerên sîyasî, dezgehên sivîl û kesayetên qebûlbar hemfikir bûn.
Piştî axaftina nûnerên Komîsyona Hewldana Konferansa Yekîtîya Neteweyî ya Bakurê Kurdistanê, nivîskar û lêkolînerê kurd Zîya Avci, Sîyasetmedar, rewşenbîrê kurd Îbrahîm Guçlu, Muşawîrê Aborîyê Necîp Ûlûdîl, sîyasetmedarê kurd Bedîrxan Epozdemîr, sîyasetmedarê kurd Abdurahîm Gumuştekîn,li ser navê Însîyatîfa Neteweyî ya Kurdistanê Dîyar Ozbakiş, Serokê Berê yê Komeleya Melayên Kurd Mele Kerem, sîyasetmedarê kurd Mehmet Baydar, nivîskara kurd Leyla Engîn di derbarê tifaqa neteweyî de, bîr û rayên xwe anîn zimên û hinekan ji wan pirsên xwe pêşkêş kirin.
Di dawîya konferansê de, li ser navê Dîwanê Sedat Dogan spasîya beşdaran kir û bi kurtayî di derbarî girîngî û pêwîstîya tifaqa neteqeyî de bîr û rayên xwe anî zimên.
Li gel rêvebir û endamên alîyên ku ev konferans organîze kirine, nûnerên Însîyatîfa Neteweyî ya Kurdistanê ,Bizava Aştîya Navxweyî (BAN), Nûbihar, Komeleya Gewaşîyan û rewşenbîr û sîyasetmedarên kurd ên li Wanê û li dor û bera Wanê beşdarî vê konferansê bûn.
Konferansa ku li Wanê hate li dar xistin, bawerî û hêvîyên ava kirina temsîlîyeteke neteweyî, li Bakurê Kurdistanî geştir û xurtir kir.
Hate ragehandin ku di roja pêş dê li hinek bajarên din ên Bakurê Kurdistanê dê konferans û civîn bêne li dar xistin.