Mustafa Ozçelîk: Siyaseta Ocalan û DEM Partiyê mafên neteweyî yên Kurdan tune dihesibîne
Navenda Nûçeyan (K24) – Serokê Giştî yê Partiya Welatparêzên Kurdistanê (PWK) Mustafa Ozçelîk, di konferansa ku li bajarê Wanê hat lidarxistin de, bal kişand ser krîza sîyasî ya li Bakurê Kurdistanê û destnîşan kir ku avakirina tifaqa neteweyî "wazîfeyeke esasî û dîrokî ye."
Konferans ji aliyê PÊLKURD, Partiya Sosyalîst a Kurdistanê (PSK), Partiya Welatparêzên Kurdistanê (PWK), Tevgera Vejînê ya Kurdistanê (VEJÎN) û kesayetên serbixwe ve duh 27ê Hezîranê li bajarê Wanê hat organîzekirin.
Mustafa Ozçelîk di konferansê de gotarek pêşkêş kir û bi hûrî behsa helwesta partiya xwe, rexneyên li ser sîyaseta heyî û modela nû ya tifaqa Kurdistanî kir. Xalên herî girîng ên daxuyaniya Ozçelîk wiha ne:
- Li Bakurê Kurdistanê ava kirina tifaqa neteweyî wazîfeyeke esasî ye.
- Dewleta Tirkîyeyê îro jî bi navê ‘’Tirkîyeya bê terör, herêma bê teror’’, sîyaseta xwe ya sed salî ya ‘’Yek dwlet, yek millet, yek, yek welat, yek al, yek ziman’’ dimeşîne.
- Li gel van bedelên mezin ên ku gelê Kurdistanê di van 40 salên dawî de dane jî; mixabin li ser navê kurdan Ocalan, PKK, DEM Partî jî, bi navê ‘’pêvajoya aştî û civaka demokratîk’’, bi gotinên ‘’Cimhurîyeta demokratik, neteweya demokratik, entegrasyona demokratik, sîstema komünal, hemwelatîya hevbeş’’, sîyaseteke ku hebûna miletê Kurd û Kurdistanê û mafên wî yên neteweyî, kolektîf, mafê wî yê statuyeke sîyasî û mafêçarenûsîyê tüne dihesibîne dimişînin.
- Em wek alîyên ku vê xebata yekîtîya neteweyî dimeşînin; em ji sîyaseta Dewleta Tirkîyeyê ya 100 salî û ya ku îro jî miletê Kurd û hemû mafên wî yên neteweyî kollektîf tUne dihesibîne red dikin.
- Em wek alîyên ku vê xebata yekîtîya neteweyî dimeşînin dibêjin vê sîyasaseta ku Ocalan, PKK, DEM Partî dimeşîne rêya çareserîya pirsa kurd û Kurdistanê ye; tune hesibandina mafên miletê Kurd ên neteweyî ne.
- Tifaqa neteweyî, tifaqa hemû alîyên ku hebûna miletê Kurd û Kurdistanê qebûl dikin; mafê çarenûsîyê, mafê gelê Kurdistanê ku li welatê xwe, bi statuyeke coğrafik, milî, sîyasîxwe îdare bike qebûl dikin e.
- Tifaqa neteweyî, li gel bernameya xwe ya stratejik, div3 exwedî bernameyeke ku ji daxwazên acîl pêkhatîye jî be. Divê herdu bername bi hev re bê meşandin.
- Tifaqa neteweyî, tifaqa miletê Kurd û hemû gelen Kurdistanê ye, tifaqa hemû dîn û mezhebên li Kurdistanê ne; tifaqa hemû beşên civata Kurdistanê ne; tifaqa hemû fikir, îdelojî û sîyasetên neteweyî, kurdistanî ne.
- Tifaqa neteweyî, tifaqa hemû alîyên ku ji otonomî, federalî heta serxwebûnê, mafê statuyeke sîyasî diparêzin e. Divê hemû alîyên vê tifaqê rêzê li fikir û sîyasetên hevdu yên cuda bigrin; divê kes fikir û sîyaseta xwe li ser yên din ferz neke; divê alîyên hevbeş derxînin pêş.
- Em di wê bawerîyê de ne ku gelê Kurdistanê yê ku bedelên mezin dane û didin, piranîyeke berbiçav a potansîyela DEM Partîyê ya welatperwer, ne li gel sîyaseta ‘’ ‘’Cimhurîyeta demokratik, neteweya demokratik, entegrasyona demokratik, sîstema komünal, hemwelatîya hevbeş’’ in.Ji ber vê rastîyê jî divê em bawerîyê bidin gelê xwe û vê potansîyela welatpewrwer a DEM Partîyê ku ew ne mecbûrî vê sîyaseta Oclan û DEM Partîyê ya xelet in.
- Divê em bikaribin dînamîzma ciwanan û tecrubeya kadroyên ku bi dehan slanae k udi nav refen azadîya Kurdistanê de têdikoşin, xebatê dimeşînin bigihînin hev; bi hev re kultur, sînerjî, heycan û hemleyeke nû ava bikin.
- Bi lêxwedî derketin, parastin û pêşdebirina mafên jinan, divê em bikaribin bi enerjî û potansîyela jinan, bi awayekî girseyî tevna hişmendî û têkoşîna neteweyîğ bihûnin.
- Divê heta ku ji destê me bê, em lê bixebitin da ku, em bi HAK-PAR, PDK-BAKUR, Yekîtîya Neteweyî ya Kurdan, Însîyatîfa Neteweyî ya Kurdistanê û hemû alî û kesayetên neteweyî, kurdistanî, di payîza 2026ê de konferanseke hevbeş li dare bixin û em mizgînîya hevkarî, tifaqa neteweyî bigihînin gelê xwe.
- Em li Bakurê Kurdistanê tiştekî nû diceribînin. Em dixwazin tifaqa neteweyî ji partî, rêxistin û tevgerên sîyasî, dezgehên sivîl û kesayetên qebûlbar ên serbixwe pêk bê. Ev tiştekî nû ye û di vê derbarê de tecrubeyeke me tuneye. Ji ber wê jî helbete ku di warê hiqûqa navxweyî ya vê xebatê de emê rû bi rûyî gelek astengî û probleman bibin. Lê divê ev çavtirsyayî nebin. Divê em vê modela nû di jîyanê de pêk bînin.