Efrîn.. Rengê jiyanê diguhere û hêvî careke din şîn dibe
Efrîn (K24) – Piştî salên dûr û xerîbiyê, welatiyê bi navê Ferîd Mihemed vegeriya ser axa xwe ya li bajarê Efrînê û projeyeke nû ya geştyarî û xizmetguzariyê ava kir. Ev qehwexane û havîngeha nû, ne tenê ji bo bêhnvedana xelkê bajêr, lê di heman demê de ji bo afirandina derfetên kar jî bûye pêngaveke girîng.
Ferîd Mihemed, ku bi salan ji warê xwe dûr mabû, vegeriya ser axa bav û kalên xwe û dest bi veberhênaneke civakî kir. Havîngeha ku wî ava kiriye, niha wekî navendeke sereke ya bêhnvedanê tê dîtin ku malbatên Efrînî lê kom dibin, da ku hinekî ji fişarên derûnî û westandina jiyana rojanê dûr bikevin.
Projeya Ferîd Mihemed ne tenê cihekî geştyarî ye, lê di heman demê de bandoreke erênî li aboriya herêmî jî kiriye. Bi vekirina vê havîngehê re, hejmarek ciwanên Efrînî di beşên cuda de hatin bi kar anîn û ev yek bûye hêviyek ji bo kêmkirina bêkariyê û zindîkirina bazara bajêr.
Xwediyê projeyê Ferîd Mihemed diyar dike, mebesta wî ji vê gavê, xizmetkirina xelkê bajêr û zindîkirina çanda hevdîtin û geştûguzariyê ye.
Welatiyên ku serdana havîngehê dikin jî kêfxweşiya xwe tînin ziman û destnîşan dikin ku piştî demên dijwar, hebûna navendên bi vî rengî yên aram û modern, rengê jiyanê li Efrînê diguhere.