Araqçî: Em daxwaza pêwendiyên baş bi welatên cîran re dikin
Navenda Nûçeyan (K24) – Serokwezîrê Iraqê Elî Falih Zeydî bi Wezîrê Derve yê Îranê Ebbas Araqçî û şandeya pê re civiya. Di hevdîtinê de peymana aştiyê ya di navbera Tehran û Washingtonê de û aramiya navçeyê hatin nirxandin.
Li gorî daxuyaniya Ofîsa Serokwezîrê Iraqê, Serokwezîrê Iraqê Elî Falih Zeydî îro 28ê Hezîrana 2026an, li Bexdayê bi Wezîrê Derve yê Îranê Ebbas Araqçî re civiyan. Di hevdîtinê de bi taybetî behsa rêkeftina dawî ya di navbera Îran û Amerîkayê de hat kirin ku li Swîsreyê hatibû îmzekirin û dawî li şerê her du aliyan anîbû.
Serokwezîrê Iraqê Elî Zeydî destnîşan kir, dawîhatina şer, destpêkirina diyalogê û dabînkirina aramiya li navçeyê di serê lîsteya karên wan de ye. Zeydî diyar kir, ev rewşa aram dê derfetên mezin ên geşepêdanê li pêşiya gelên navçeyê veke.
Wezîrê Derve yê Îranê Ebbas Eraqçî jî piştgiriya welatê xwe ji bo Iraqê dubare kir û ragihand, ew pabendî karê hevbeş û hevahengiyê ne û got: "Îran dixwaze pêwendiyên xwe yên herî baş ligel hemû welatên navçeyê û welatên Ereb ên cîran pêş bixe."
Wezîrê Derve yê Îranê îro gihîşt Bexdayê û beriya civîna bi Serokwezîr re, bi hevtayê xwe yê Iraqî Fuad Husên re civiyabû.