Hewlêr û Bexdayê li ser bîmeya tenduristiyê lihev kirin

Navenda Nûçeyan (K24) – Wezîrê Tenduristiyê yê Iraqê ragihand, li ser tevlîkirina parêzgehên Herêma Kurdistanê di nav sîstema "Bîmeya Tenduristiyê" ya Iraqê de lihevkirineke destpêkî hatiye kirin.

Wezîrê Tenduristiyê yê Iraqê Ebdulhusên Mosewî îro 28ê Hezîrana 2026an, di konferanseke rojnamevaniyê ya hevbeş a ligel Wezîrê Tenduristiyê yê Herêma Kurdistanê Dr. Saman Berzincî de, encamên civîna her du wezaretan aşkere kirin.

Wezîrê Iraqî diyar kir, civîna wan gelekî giring bûye û wan behsa astengî û hêsankirina pêwendiyên di navbera Bexda û Hewlêrê de kiriye. Mosewî got: "Ligel Wezîrê Tenduristiyê yê Herêmê, me lihevkirineke destpêkî kir, da ku du parêzgehên Herêma Kurdistanê bixin nav xizmetguzariyên bîmeya tenduristiyê."

Derbarê aliyê yasayî yê vê biryarê de Mosewî aşkere kir, di yasaya bîmeyê de, di xalên 2 û 6an de, piştevaniya vê pêngavê tê kirin û ti astengiyeke yasayî nîne ku rê li ber tevlîkirina parêzgehên Herêmê bigire.

Ji bilî bîmeyê, di civînê de mijara peydakirina dermanan û çareserkirina kêşeyên teknîkî jî hatin gotûbêjkirin. Wezîrê Tenduristiyê yê Iraqê destnîşan kir ku ew amade ne bi her awayî hevkariyê bikin, da ku asta xizmetguzariyên tenduristiyê ji bo welatiyan bilind bikin û deriyên wan ji bo her cure pêşkeftinekê vekirî ne.