Mesrûr Barzanî pîrozbahî li qehremanê Kurd Agit Kabayel kir

Mesrûr Barzanî û Agit Kabayel
Mesrûr Barzanî û Agit Kabayel

Navenda Nûçeyan (K24) - Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî pîrozbahî li qehremanê boksîngê yê navdar ê Kurd Agit Kabayel kir, bi helkefta bidestxistina navê qehremanê cîhanî yê WBC di kêşa giran de.

Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî îro (Yekşem, 28ê Hezîrana 2026ê) li ser hesaba xwe ya tora civakî ya Xê peyamek li ser serkeftina dîrokî ya qehremanê boksîngê yê Kurd Agit Kabayel belav kir û tê de kêfxweşiya xwe diyar kir.

Serokwezîr Mesrûr Barzanî di peyama xwe de ragihand: "Min pîrozbahî li qehremanê boksîngê yê Kurd Agit Kabayel kir, bi helkefta ku bûye Qehremanê Cîhanî yê WBC di kêşa giran de."

Agit Kabayel, ku yarîkerekê boksîngê yê Kurd ê naskirî yê navdewletî ye, bi vê serkeftina mezin gihîşt lûtkeya boksînga cîhanî û kembera herî binavûdeng a komîteya WBC ya kêşa giran li ser astê cîhanê hilda. Ev pêngav wekî rûdaneka dîrokî bo werzişa Kurdî tê hesibandin.