Şêwirmendekî Zeydî bo K24ê: Kampanyaya girtina berpirsên gendelkar berdewam dibe
Navenda Nûçeyan (K24) - Şêwirmendê Qanûnî yê Serokwezîrê Iraqê dadwer Munîr Hedad ragihand ku operasyona girtina berpirsên gendelkar berdewam dibe, û Serokwezîr Elî Zeydî bi biryar e ku hemî tometbaran radestî dadgehê bike.
Şêwirmendê Qanûnî yê Serokwezîrê Iraqê dadwer Munîr Hedad îro (Yekşem, 28ê Hezîrana 2026ê) di daxuyaniyeka taybet de bo malpera Kurdistan24ê tekez kir ku îradeya hikûmetê bo rûbirûbûna gendeliyê pir mukom e.
Hedad diyar kir ku berî çend saetan li gel Serokwezîr Elî Zeydî civiyaye û Zeydî jê re ron kiriye ku ew bi tu awayî ji girtina gendelkarên darayî û îdarî û vegerandina samanên giştî paşve nakişe.
Girtina 47 parlamenter û berpirsên pilebilind
Şêwirmendê Qanûnî yê Zeydî eşkere jî kir ku tenê li Herêma Kesk zêdetir ji 10 kesayetiyên diyar hatine girtin. Hevdem, çavkaniyên agahdar ji Ajansa Nûçeyan a Iraqî (INA) re ragihandin ku heta niha 47 tometbar, ku di nav wan de parlamenter û berpirsên mezin hene, hatine binçavkirin.
Li gorî zanyarên ku hatine piştrastkirin, nav û postên hinek ji berpirsên herî diyar ên ku îro hatine girtin ev in:
- Musenna Samarî, Serokê Hevpeymaniya Ezm.
- Ziyad Cenabî, Endamê Parlamentoya Iraqê.
- Beha Nûrî, Endamê Parlamentoya Iraqê.
- Mihemed Kerbûlî, Endamê Parlamentoya Iraqê.
- Aliye Nuseyif, Endama Parlamentoya Iraqê.
- Mihemed Cemîl Miyahî, Endamê Parlamentoya Iraqê.
- Hesen Xefacî, Endamê Parlamentoya Iraqê.
- Ebdulrehman Luweyzî, Endamê Parlamentoya Iraqê.
- Muzer Kerwî, Endamê Parlamentoya Iraqê.
- Hind Ebasî, Endamê Parlamentoya Iraqê.
- Mihemed Ferman Cibûrî, Endamê Parlamentoya Iraqê.
- Buşra Qeysî, Endama Parlamentoya Iraqê.
- Mihemed Seyhûd, Endamê berê yê Parlamentoya Iraqê.
- Elî Mearîc, Cîgirê Wezîrê Petrolê bo Karûbarên Belavkirinê.
- Îbrahîm Sumeydeî.
Hêzên ewlehiyê yên Iraqê berbanga îro (Yekşem, 28ê Hezîrana 2026ê) hejmareka operasyonên hevdem ji bo desteserkirina hejmareka parlamenter û berpirsên bilind bi tomhmeta gendeliyê, li parêzgehên Bexda, Selahedîn, Enbar, Neynewa û çend deverên din, kir.
Ev erdheja siyasî piştî wê yekê tê ku di dawiya meha Gulana 2026ê de, Cîgirê berê yê Wezîrê Petrolê Ednan Cumeylî (ku wekî "Hûtê Petrolê" dihat nasîn) hatibû girtin.
Di encama lêkolînan de, hêzên ewlehiyê dest danîbû ser bi sedan milyar dînîran û bi dehan milyon dolarên ku di bin erdê û di nav baxçeyan de hatibûn veşartin, li gel bi dehan vîla, zêr û erebeyên giranbiha ku bûn sedema eşkerebûna navên van berpirsên nû.